Derya Navîn yê Emerîka
Ji Wîkîpediya
Ev gotar li ser Derya Navîn yê Emerîka e. Ji wê deryê di navberê Ewropa û Efrîqa ra li Derya Navîn seke. |
Derya Navîn yê Emerîka deryakekî mezin li rojavayê Okyanûsa Atlantîk e. Rûberê xwe 4,354 milyon km² û çûrtirîn cih 7.680 m e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Cografîya
[biguherîne] Derya di Derya Navîn yê Emerîka da
Derya Karîbîk li başûr-rojhilat û Kendava Meksîk li bakur-rojava percên Derya Navîn yê Emerîka ne. Derya Navîn yê Emerîka li navberê Emerîkaya Bakur û Emerîkaya Başûr e. Di Kendava Meksîk da hên ev kendav/rêk hene: Bahía de Campeche, Rêkê Florida û Kendavê Gonâve. Di Derya Karîbîk da ev kendav hene: Golfo de Batabanó, Kendava Darién, Kendava Hondûras û Kendava Vênêzûêla. Hên jî di vê deryayê da deryakekî din jî heye; Derya Marakaîbo.
[biguherîne] Dewlet
Ev dewlet digên Derya Navîn yê Emerîka:
- DYE - Kedava Meksîk
- Bahamas - di bakur-rojhilatê Okyanûsa Atlantîk digê Derya Karîbîk
- Kûba - Kedava Meksîk û Karîbîk
- Giravên Kaîman (Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlanda) - Derya Karîbîk
- Jamaîka - Derya Karîbîk
- Haîtî - Derya Karîbîk
- Komara Domînîk - Derya Karîbîk
- Porto Rîko (DYE) - Derya Karîbîk
- United States Virgin Islands (DYE) - Derya Karîbîk
- the British Virgin Islands (Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlanda) - Derya Karîbîk
- Angûîlla (Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlanda) - Derya Karîbîk
- Saint Kitts û Nevîs - Derya Karîbîk
- Antigûa û Berbûda - Derya Karîbîk
- Montserrat (Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlanda) - Derya Karîbîk
- Gûadêlûp (Fransa) - Derya Karîbîk
- Domînîk - Derya Karîbîk
- Martînîk (Fransa) - Derya Karîbîk
- St. Lucia - Derya Karîbîk
- Saint Vincent û Granada - Derya Karîbîk
- Barbados - di bakur-rojhilatê Okyanûsa Atlantîk digê Derya Karîbîk
- Grenada - Derya Karîbîk
- Giravên Turk û Kaîkos (Keyatiya Yekbûyî ya Brîtaniya Mezin û Îrlanda) - (di bakur-rojhilatê Okyanûsa Atlantîk digê Derya Karîbîk)
- Venezuela - Derya Karîbîk
- Antillên Holendî (Holenda) - Derya Karîbîk
- Arûba (Holenda) - Derya Karîbîk
- Kolûmbîa - Derya Karîbîk
- Panama - Derya Karîbîk
- Kosta Rîka - Derya Karîbîk
- Nîkaragûa - Derya Karîbîk
- Hondûras - Derya Karîbîk
- Gûatemala - Derya Karîbîk
- Belîze - Derya Karîbîk
- Meksîk - Derya Karîbîk û Kendava Meksîk
[biguherîne] Rêk, Passaj û Kanal
Di Derya Navîn yê Emerîka da pir rêkên, kanalên û passajên avê hene: Rêkê Florida, Passajê Bêh (Paso de los Vientos), Passajê Mona (Canal de la Mona), Passajê Anegada, Passajê Gûadêlûp, Passajê Domînîka, Passajê Martînîk, Kanalê St. Lucia û Passajê St. Vincent. Rêkê Yucatán Kendavê Meksîk digîne Karîbîk. Bi Kanalê Panama mera digê Okyanûsa Pasîfîk.