El-Gazalî
Ji Wîkîpediya
Abou Hamid Mohammed ibn Mohammed al-Ghazali (bi erebî : أَبُو حَامِد الغَزَالِيّ abū ḥāmid al-ġazālīy), di navbera salên 1058-1111 de jiyaye. Bi zimanên rojava navê wî El Gazel e. El-Gazalî bi eslê xwe pers e û yek ji fîlozofên herî navdar yên cihana misilmantiyê ye.
Gazalî xwe di felsefê de gelekî bi pêş ve biriye û bi giranî li ser mijara tassawûf (mistitîsm) ê sekinye. Ew di ceribandineke xwe de ku bi kinasî bahsa felsefeya, fîlozofên Misilman (Al-Kindi, Rhazès, Al-Farabi, Avicenne...) dike de, di dawiya xwebata xwe de, ji ramanên van fîlozofon pir mat (şaş) maye. Ji vê yekê wî fîlozof bi xayintiyê tawambar kirine, ne xwestiye tu tiştî li ser rastiya fîlozofan bi bihîze û berê xwe daye tassawûfê (ramanên olî). Di pirtuka xwe ya bi navê "Tehawid el Felesîfe "(bêhawayiya fîlozofan) de, ew bi awayekî fîlizofîk fîlozofên Aristotelesiyen rexne dike bi teybetî jî Îbn-î Sîna. Li gor wî fîlosof hertim digihine encamên çewtiyên mezin ku gerek bi awayek giranbiha bên sezakirin (ceza kirin), ji ber ku ew li tersê şoreşa xwizayî diçin. Gazalî sendsal bi şûnde ji aliyê Averoyes ve hatiye rexne kirin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».