Erdal İnönü
Ji Wîkîpediya
Prof. Erdal İnönü (* 1926, Enqere) siyasetmedarekî Tirk e.
Lawê İsmet İnönü yê heval û alîkarê Mustafa Kemal Atatürk e. Sala 1947'î de li Enqereyê zanîngehê bidawîdike û dîploma fîzîknasiyê werdigire. Li DYAyê perwerdeya bilind dibîne. Salên 1964 - 1974 li zanîngeha ODTÜ dixebite. 1983'ê de dest bi siyasetê dike û partiya SODEPê dadimezirîne. Ev partî bi partiyeke din re SHPê dertînin holê û Erdal İnönü jî dibe serokê SHPê. 1991 - 1995'î de alîkariya serokwezîr û wezîrtiya karê derve dike. Di van salan de bi hezaran gundên Kurdan ji aliye dewletê ve tên rûxandin an valakirin. Li seranserê Kurdistanê pêkutî, êşkence û kuştin çêdibin.