Erdnigarîya herêmî
Ji Wîkîpediya
Lêkolînên vê beşa erdnigarîyê, li herêmeke sînorkirî ye. Lêkolînên erdnigarîya gelemperî li ser tevaya dinyayê ye, lê lêkolînên erdnigarîya herêmî tenê herêmekê dide ber xwe. Ev herêm dibe parzemînek, welatek, herêmeke welatekî, navçe an gundek be. Lêkolîn, dibe bi gelemperî be û dibe ku di hin babetên erdnigarîyê de be jî. Wek mînak; erdnigarîya fîzîkî ya Kurdîstanê, sirûşta Botan. Di van mînakan de tên dîtin ku him cih ne tevaya dinyayê ye û him jî babet ne hemû babetên erdnigarîyê ne. Hilbijartina cih, babet û metodan li gor nivîskar, lêkolîner û welatan tên guherîn.