Ewrûpaya Rojhilat
Ji Wîkîpediya
Ewrûpaya Rojhilat para Rojhilatî ya parzemîna Ewrûpayê ye ko bi gelek awayan hatiye pênaskirin:
- Herêmên ko dikevin navbera sînorên ne gelek zelalên Ewrûpaya Navîn û Rûsyayê. Ev pênas nemaze piştî nemana Peymana Werşoyê gelek hezkirîtir û berbelavtir bûye.
- Herêmên gelek berfireh ji rojhilatê ber bi rojavayê, wekî li jêr dihên:
-
- - Sînorên wê yên rojhilatê ji Çiyayên Ural di nav axa Rûsiyayê da an jî ji peravên Okyanûsa Aram li perê rojhilatî yê Rûsiyayê dest pêdikit.
- - Sînorê rojavayî yê wê jî sînorê navbera Yekîtiya Ewropayê û Komarên Hevpişkên Xweser e.
Li alîyê siyasî ve, reng e zarava Ewrûpaya Rojhilat hemî welatên Ewrûasyayê vegirit. Ji ber hindê ko Rûsya welatekê mezin e ko li herdu parzemînan cih digirit. Hidek caran welatên mîna Ermenistan, Gurcistan û Azerbaycanê jî ji Ewrûpaya Rojhilat dihesibînin, herçind e ko ji alîyê cihnasîyê ve (geografiyê) ji parzemîna Asyayê ne.
Hêşta di hindek jêderan da kêm-zêde ji wan herêman ra ko heta dawîbûna Şerê Sar li sala 1989'ê parek ji Welatên Komyûnîst bûn dihêt gotin. Gelek ji xelkên welatên mîna Poloniya, Komara Çêkiyayê, Slovakya, Macaristan û Slovenyayê xwe parek ji Ewropaya Navîn dihesibînin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».