Eylo
Ji Wîkîpediya
Eylo an jî Qertel di nav çûkên laşxwur de xwediyê baskên herî mezin in. Li serê zinarên bilind hêlînên xwe çêdikin. Gelek cureyên eyloyan hene. Eylo nêçîra çûk û heywanên biçûk dikin û dixwin. Ji ber jehriya dermanên ziraî hejmara eyloyan kêm dibe. Li hinek ciyên Kurdistanê jê re dibêjin qertel jî.