Ferhenga Erdnigariyê
Ji Wîkîpediya
Ferhenga Erdnigariyê, ji hêla Konseya Ewrûpa di sala 1967'an de hatiye weşandin. Ev çapa yekem, ji 3 hezar bêje û biwêjan pêk hatibû û bi şeş zimanê Ewrûpî hatibû weşandin. Di vê çapê de bêje wek listê bê wateyên wan hatibûn weşandin. Çapa Tirkî ji hêla Sami Öngör bi wateyên bêjeyan hatiye nivîsîn û di sala 1975'an de Wezareta Perwerdeyê ya Netewî weşandiye. Sami Öngör, zimanê holendî bi kar naniye.
Di wergera kurdî de, wergêr ev çapa Tirkî wek çavkanî bi kar anî, lê zimanên Îtalî û Spanî nenivîsandin, tenê Tirkî, Frensî, Elmanî û Îngilîzî nivîsandin.
Bêjeyên ferhengê li gor elfabê ne hatine listkirin. Lê li gor beşên erdnigariyê hatine listkirin. Listeya bêjeyan ewê di dawiya ferhengê de cih bistîne da ku xwendevan kanibe bi hêsanî jê îstifade bike, lê hîn ne amade ye.
[biguherîne] Binêre
[biguherîne] Girêdanên derve
![]() |
Ev gotara erdnîgariyê, li ser bîngeha Ferhenga Erdnigariyê hat nivîsandin. |