Festîvala Fîlman a Stenbolê
Ji Wîkîpediya
Festîvala Fîlman a Stenbolê (bi tirkî: Uluslararası İstanbul Film Festivali) festîvalek e fîlman a navneteweyî ye û her sal di 1emîn û 2emîn hefteya avrêlê de li bajarê Stenbolê tê lidarxistin.
Cara pêşîn ji aliyê cûntaya leşkerî ya ku ji salên 1980 - 1983'î de li Tirkiyê desthilatdar bû ve bi navê "Festîvala Stenbolê" di sala 1982'î de hatibû lidarxistin. Armanca leşkeran a sereke, rexneyên derveyî yên li artêşa Tirk hinde kêm bikin û rewşa Tirkiyê ya awarte, wekî normal bidin nîşandan. Lê tenê 6 fîlm tevlî vê festîvalê dibe. Bi gelek ceribandinan di sala 1989'î de ev festîvala han kewa xwe digire û dibe navneteweyî.