Frortîş
Ji Wîkîpediya
frevertîş an frortîş paş Diyako deselatî Madî girte dest u bo mawey 22 sal le nêwan salanî 655 u 633 hukmî gêra.
le katî hatine ser textî frurtîş, hozî skayî ke tîreyekî şerxir u cengawer bûn le dewruberî golî urmêda dejiyan. parsekanîş le başûr dejiyan. frurtîş herdem hewlî deda ke snûrgey împiratorîî mad berbilawtir bika, ewe bû hêrşî birde ser parsekan u melbendekeyanî xste jêr deselatî xoy u qelemrewî împiratorîî madî berîntir kird. belam ew le xuliyaî eweda bû ke hêrşîş berête ser împiratorîî aşûr u kotayî be zolm u stemî asûriyekan bênê u gelê netewe ke naçar bûn bac u pîtak u serane be asûriyekan biden le jêrî ew bêdadiyeda rizgar bikat.
supayekî giranî ko kirdewe u berew neynewa paytextî aşûuriyekan kewte rê. hewal geyşte aşûriyekan, ewan le pêşewe berperçî madekaniyan dayewe. skayiyekanîş ke le dewruberî deriyaçey urmêda dejiyan u hawpeymanî aşûriyekan bûn, supayekî giraniyan le piştewe xsterê bo hêrşbirdine ser madekan u piştîwanî le aşûriyekan. maweyekî dûrudrêj gelê şerî qurs u giran lew nêweda kira. madekan kewtbûne gemaroy skayiyekan u aşûriyekanewe.
le yekê lew şeraneda le salî 633î pêş zayîn frurtîş kujra u dewletî mad kz bû u skayiyekan ke heliyan be lebar dezanî kewtine dagîrkirtin u talankirdinî melbendî madekan. ewan nzîkey 28 sal heteran u teteraniyan le wilatî madda dekird u kewtbûne kuştubirî madekan.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».