George Smoot
Ji Wîkîpediya
‘‘Corc Smût‘‘ (bi Inglîzî George Smoot) (*20‘ê Reşemeha 1945‘ê-) stêrfîzîkzanistvanekê û keyhannasekê Emrîkî ye. Ew li Zanîngeha Kalîfornîyayê li Bêrklîyê dersdêrê fîzîkê ye. Bi tevayî digel John C. Matherî Nobel Xelata fîzîkê ya sala 2006‘ê jiber lêkolînên liser formên ko dibêjinê Tenên Reş û enayzotopîya tîrêjderî ya paşxaneyî ya hûrpêlane ya gerdûnî wergirt. Ev ew kar e ko gewherê birdoza gir-gurmînê ya gerdûnê bi arîkarî ya heyvoka COBE‘ê dana.
[biguherîne] Jînenîgar
[biguherîne] Xwîndin û destpêka lêkolînan
Smût li Yukona wîlayeta Florîdayê hat dinyayê. Wî berî ko biçit Binkeyê Teknolocîyê yê Masaçusêtê (MIT) matîmatîk xwînd. Wî li sala 1966ê li BTMê du bawernameyên bekaleryûsê, yek li matîmatîkê û ya dî jî li fîzîkê wergirtin. Wî li sala 1970ê doktora ya xwe li fîzîka pirtikan wergirt. Paşî wî heza xwe ber bi keyhanzanistî guhart û çû Ezmûngeha Niştîmanî ya Lorens Bêerklî û li wêderê digel Luis Walter Alvarezî li ser ezmûna HAPPEê ko balûneka çînsepehrî ji bo vedîtina dijemaddeyî li atomsepehra jorîn e xebitî. Di wê ezmûnê da wî modêla keyhanzanistî ya rewşa tebitî ko heta niha jî aloz û nezelal e pêşbînî kir. Paşî ew li tîrêjderî ya paşxaneyî ya hûrpêlane ya keyhanzanistî (TPK) meraqdar bû. Pirsyareka bêbersiva wî çaxî pirsayra nijara keyhanê bû. Yek ji modêlan pêşbînî ya hindê dikir ko keyhan di zivirînê da ye û dewseka vê di TPKê da hebû: germapileya tiştan li goreyê sû û simta lênihêrînê dihat guhartin. Bi arîkarî ya Alvarêzî, wî tîrêjpîvek afirand ko cidatîya germapileya TPKya du simtan ko 60 peyîskan ji hev dûr bûn dipîva. Amîr li ser frokeyeka Lockheed U-2 hat damezrandin û şîya biselmînit ko zivirîna giştî ya keyhanê sifr e (li goreyê sînorên diristî ya amîrî). Amîrî vedît ko germapile ya TPKê li goreyê ducemserekê (dipole) dihêt guhartin. Ev wekî bandora Dopplerî ya zivirîna erdî bi hevberdanî ya digel devera tîrêjdana TPKê, ko dibêjnê sethê herî dawîn yê şerpezekirinê, hat şirovekirin.