Girtiyên siyasî
Ji Wîkîpediya
Girtiyên siyasî, ev kesên in ku ji sedemên siyasî hatin girtin. Girtiyên siyasî, ji bo girtiyan nasnameyeke girîng e.
Girtiyên Siyasî di sala 1980'î de bêhtir ketin rojeva kurdan û bi taybetî jî kurdên bakura Kurdistanê. Lewre di sala 1980'ê jî de artêşa tirk li Tirkiyeyê darbeyeke leşkerî pêk anîbû û kurdên muhalîf hemû hatibûn girtin. Bi taybetî di girtîgeha Amedê ya leşkerî de bi hezaran girtiyên siyasî hebûn ku ji gelek partiyên kurdan bûn. Di nav wan girtiyan de koma herî mezin ji girtiyên PKK'yî pêk dihat.
Girtiyên Siyasî di dema îşkenceyên mezin ê girtîgeha leşkerî ya Amedê de bi navê Hawar kovarek diweşandin ku bi desta dihate nivîsîn.
Li Kurdistanê tevî ew qas şoreş û têkoşînan jî, hemû girtiyên ku ji vê dozê hatin girtin, li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê wekî girtiyên siyasî nehatin dîtin û pejirandin. Cara yekemîn di 14'ê tîrhema 1995'an de girtiyên siyasî dest bi gireva birçîbûnê kirin ku nasnameya girtiyên siyasî bigirin. Ev çalakiya herî mezin a Girtiyên salên 1990-2000'an bû.
Pir girtiyên siyasî ên kurd hene. Yên herî bi nav û deng Abdullah Öcalan û Nuriye Kesbîr in.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».