Gotinên pêşiyan
Ji Wîkîpediya
Gotinên pêşiyan di nav her neteweyê de hîmekî bingehîn ê civakî ye. Xwediyê wan gotinan ne belî ye û di bingeha xwe de gelek caran hatine guhertin. Gotinên pêşiyan, ew gotin in ku çîrokekê, nêzîkatiyekê, an perspektîfekê bi hevokeke kurt tîne zimên ku tim di hişê mirov de bimîne û mirov bi hêsanî bikaribe ji yekî/e din re jî bêje.
Çend Mînakên Cûrbecûr ji herema Oxîyê:
- Gayê bor ra fîtik mane ye.
- Heft çîvrokên hirçê hene, her heft jî li ser hermîyê ne.
- Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin.
- Ker kuda here jî kere.
- Sîrê kerê encax sippe mezin dike.
- Merî pîvazê nexwe bin devê merîyan nayê.
- Şoreta kerê palasa wî ye.
- Bi fisan çarşef boya nabe
- Hêter çiqas jî ji hev dûr herin guhê xwe tim li ser hevbin.
- Dijminê bavê nabe dostê lawê
- Mala bavê meydane mala xezûr zindane
- Kûsi misk naxwe
- Mêr çole jin gol e
[biguherîne] Lînk
Di Wîkîgotin da gotarek li ser Gotinên pêşiyan heye. |
- Şahidê rovî dêla roviye.
- Dims bi sebrê nabe helaw.
- Dema seydê guyê tajiyê min tê.
- Çavê li deriya xwelî li seriya.
- Dengê defê ji dûr ve xweş tê.
- Nenere bi bejnê, binere li vînê.
- Nan û mast xebera rast.
- Hera ba wî yê te bigrinê - ne ye bi tera bikenê.
- Gişkê neda ber niskê.