Hûrjînewer
Ji Wîkîpediya
Hûrjînewer (bi Inglîzî microbe an microorganism) endamwer an organîzmek e hind hûr e ko bi çavên bê arîkar nahêt dîtin jibo dîtina wê hûrbîn an maykroskop pêdvî ye. Bakterî, kivark anko qarçik, arkiya û yûkaryûsayt hûrjînewer dihên hesibandin. Vîrûs anko vayrûs bi giştî wekî bûnewerên bêcan dihên hesibandin.
Bi giştî, hûrjînewer tek-xane an hindek caran jî pirxane ne. Lê hindek ji wan hind mezin in ko carina bi çavê bê arîkarî jî dihên dîtin. Hûrjînewer hema bibêje li her dereka vê cîhanê dijîn: li serê çiyayan, di binê deryayan û di laşê mirov û lawir û giyayan da. Hûrjînewer pareka gelek giring ji jînhawir anko ekosîstemê ne. Ew laşeyên mirî yên endamwerên dî dibihujînin. Lê hindek ji wan jî nesaxîzê ne û lawir û giyayên dî tûşî nesaxiyan dikin. Hûrjînewerzanist an mîkrobiyolocî zanistê xwîndina li ser hûrjîneweran e.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».