Heraklîtos
Ji Wîkîpediya
Heraklitos Fîlozofê Yewnanî (bi Yewnanî Hράκλειτος Herakleitos) di navbera sedsala 535- 475 B.Z. li Efesê jiyaye de.
[biguherîne] BÎOGRAFÎ
Heraklîtos piştî nîvê sedsala VI an B.Z., ber bi 544-541 jiyaye. Ew yek ji fîlozofên berî Sokrates e li rojavayê Anatolyayê li Efesê jiyaye. (Li gor Diyojen Laers di olimpiyata 69 han de(504-501 B.Z.) ew î çil salî bû). Li gor Sokrates ew 60 salî miriye, yanî ber bi 480. gerek mirov "Heraklîtes" û "Heraclides" bi tevlî hev neke. Nameyên Apokrîfes wî weke hemdemê Daryûsê yekem şîrove dikin.
[biguherîne] FELSEFEYA WÎ
Heraklitos filozofê yekem e ku sîstemek dînamik kiriye nav felsefa rojava de. Ji berhehên Heraklîtos bi tenê çend fragman gihêştine me. Li gor pirtuka "Lives and Opinions of Eminent Philosophers" ya Diyojen Laers Heraklîtos pirtûkek nivîsandiye û nezirî pîrozgiha Artemîs kiriye. Li gor Heraklitos li cîhanê her tişt, her tim di nava gûhartinê de ye û ji bo zanyariya xwuzayê gerek ev guhartin were çavdêr kirin. Heraklîtos tu caran bahsa pirensîbek ku nayê guhartin ne kiriye. Lê belê ji gotina wî ya pêhempa "mirov xwe du caran di çemekî de naşo" û pêde hin firagmanên wiha hatine îdia kirin.