Hexamenişî
Ji Wîkîpediya
Hexameişî anko Exmînî (bi Farisî هخامنشیان, bi Inglîzî Achaemenid Empire) (559 b.z.–338 b.z.) navê emperatorî ya mezina neteweyên Îranî bûye ko piştî herifyana desthilata pêştir ya neteweyên Îranî, Med anko Mîdîyan, desthlata banî ya Îranê girt destê xwe. Demezrênerê Hexamenişîyan Kûrûş bû. Di dîroka kevin da ew emperatorî mezintirîn, xurttirîn û berfirehtirîn emperatorî bûye. Li deman demekê, desthilata wê li alîyê rojhilatê digehişt Efxanistan û Pakistana niha, li alîyê Bakurê rojhilatê digehişt Asyaya Navîn, li alîyê Bakurê Rojhilat digehişt peravên Deryaya Reş, li rojava digehişt tevaya Anatolî û parek ji nîvgizirta Balkanê, tevaya welatên rojhilata navîn mîna Îraq, Sûrîya, Ordin, Libnan, Felestîn, Israîl, nîvgizirta Erebî, Misir û parek ji welatê Lîbîyayê. Rûberê emperatorî ya Hexamenişîyan nêzî 7.5 milyon kîlometirên çargoşe bû.
Ev emperatorî wekî serhildanekê dijberî emperatorî ya Mîdîyan hat avakirin û bi qasekî xurt û bihêz bû ko du caran nêzîk bû tevaya Yewnana Kevin bigirt. Li dawîyê jî liser destê Eskenderê Mekedonî herifya. Leşkirê Îskender paytextê Hexamenişîyan, Persepolîs anko Parse (bi Farisî تخت جمشید) şewitand.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».