Hişyar Zêbarî
Ji Wîkîpediya
Hişyar Zêbarî (yan Hoşyar Zêbarî yan Huşyar Zêbarî; bi inglîzî Hoshyar Zebari) (z. 1953) siyasetvanek kurd e.
[biguherîne] Wezîrê derve yê Iraqê
Hişyar Zêbarî ji sala 2003 ve wezîrê karûbarên derve yê Iraqê ye. Ew nûnerê Hevpeymaniya Kurdistanê û Partiya Demokrat ya Kurdistanê ye.
[biguherîne] Nûnerê Kurdistanê li DYA û Brîtanyayê
Berî Hişyar Zêbarî bibe wezîrê karûbarên derve yê Iraqê, ew nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Îdareya Hewlêrê) bû li gelek welatan, bi taybetî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û li Brîtanyayê.
[biguherîne] Civaknas û pêşmerge
Hişyar Zêbarî ji zanîngeha Essex ya brîtanî bûye masterê civaknasiyê anku sosyolojiyê.
Lê rêzdar Zêbarî herî baş bi karûbarê xwe yê salên dirêj yên pêşmergetiyê têt nasîn.