Jose Ortega y Gasset
Ji Wîkîpediya
José Ortega y Gasset Fîlozofê Espanyol (9 Gûlan 1883 - 18 cotmih 1955) Madrid, xwendina xwe li Madrîdê û li zankoyên Almanan kiriye. di sala 1910 li bajarê xwe (Madrîdê) bû mamosteyê metafîzîkê. Wî bi kovar û nîvîsên xwe hewl da ku ji nû ve çanda û wêjeya Espanî zindî bike. Ji van kovaranLa Revista de Occidente ya herî bi nav û deng e. Bi destpêka şerê hindûrîn yê Espanya yê re ew ji welêt derket. Pêşî çû Fransayê, piştre jî çû Arjantînê
Di dawiya jiyana xwe de careke din vegeriya Madrîdê û li wir jiyana xwe ji dest da. Ev nivîskarê Espanyol, li qasî ku giringî dida wateya tiştekî, hewqas jî dida rastgotina wê tiştê. Li gor nivîskar Camus piştî Nietzsche re, belkî jî nivîskarê herî bas yê Ewrûpayê ye ew e.
[biguherîne] BERHEMÊN WÎ
- Adán el parasío (1910: Âdem li behiştê ye)
- Meditaciones del Quijote (1914: Ramanên li ser Kîşot)
- El tema de nuestro tiempo (1923: Mijarên Dema me),
- España invertebrada (1922: Espanyolê bê marîpişt)
- La Rebelión de las masas (1929: Serhildana Gel)
Gelek nivîsên wî yên ku di dersên xwe de jî didan, pistî mirina wî re hatin berhev kirin û bi navê El hombre y la gente (Mirov û Zilam ) hate çap kirin. Hetanî niha tu pirtûkên Ortega y Gasset wergerkî kurdî ne bûne.