Karl Barth
Ji Wîkîpediya
Têologê Protestan yê Swîsî (10 gulan 1886 Balê - 10 qanûn 1968 Balê).
Kûrê Frofesorê téolojiyê, li Bern, Berlîn, Tübingen û Marbûrgê xwendina xwe dişopîne. Di sala 1904 de li Cenevre dibe Keşa. Ew bi tevlî Partiya civaka demokratîk dibe û ji bona civakek nujen dixebite.
Di sala 1921ê de li Gotingenê dibe profesorê Têolojiyê. Di salên 1919 de "Der Römerbrief" (şîroveya nivîsarên nameyên romenî) derxis. Ev yek bû sedema rexneyên giran û li sînorên dêra reformist jî nesekinîn. Di sala 1932 de beşa yekem ya "Kirchliche Dogmatik" derxis. Berhemek bê dawî ku bi heta dawiya jiyana xwe li serê xebitiye. Ev xebata baldar wî ji rastiya wextê wî qut nake. Barth Téolojiyê têkilî jiyana rojane dike.
(1934) Ew nivîskarê sereke yê nivîsa Barmen e, (nivîsa ku muhalefeta Xiristiyanan li dijî nazî nîşan dide). Seba ku wî bi Führer sund nexwar ew ji Elmanya hat avêtin,ew bi awayekî sîstematîk li Bâlê bû profesorê Têolojiyê.