Kerem Tahar Gerdenzerî
Ji Wîkîpediya
Kerem Tahar Gerdenzerî muzîsyenî kurd e.
Keremê T. Gerdenzerî hate dunayê 6 Adarê tîva 1952 li bajarê Tiblîsê (Gurcistan). Bavê wî Taharê Hacî Gerdenzerî, dayîka wî Redîfa Nacîv-beg Reşî bû.
Bass-gîtar Kerem Gerdenzerî hîmbiye li mekteba mûzîkê. Tîva 1974 K. Gerdenzerî çêdike koma kurdî ya mûzîka modêrn. Sazbendê komê hev dahatin guhastin heta tîva 1976. Navê komê danîn “Wetan”.
Sazbendê koma “Wetan”:
- Derfan – Rafaêlê Şamilê Dasinî
- Keyboard – Lêvon Grîgorî Şaxbazyan
- Solo-gîtar, vokal – Omarê Sebrîyê Recevî
- Berpirsyarê komê, bass-gîtar, vokal – Keremê Taharê Gerdenzerî
Koma “Wetan” hertim derdket konkûrsa her wisa ji fêstîvala, kîjan derbasdibûn di Gurcistanê. Tîva 1977 “Wetan” bû laûryatê konkûrsa “Stranên modêrn”. Rêpêrtûara koma “Wetan" da xêncî arence strasnên kurdî yên gelerî cî girtibûn stranên K. Gerdenzerî.
Tîva 1990 li fabrîka Aprêlêvskî Ordêna Lênîn hate çapkir alboma koma “Wetan”, lê fonograma wê albomê hatibû nivîsandin sala 1979 bi fîrma “Mêlodîya” di bajarê Tibîlîsî.
Tîva 1991 koma “Wetan” hev belabû. K. Gerdenzerî sala 1992 da derbasî Moskvaê bû.
Sala 1996 - 1998 K. Gerdenzerî dixebite ser alboma nûh - “Azadî”, bi alîkariya Lêonîd Atabêkov, Nîkolay Şêstov û Alêksandir Vorobyov.
Sala 1999 - 2001 K. Gerdenzerî çêdike alboma nuh "Hewar". Her wisa jî di wê salê derdkive alboma "Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor".
"Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî " derket sala 2002.
[biguherîne] Albûm
- Baê paîzê (1979)
- Azadî (1998)
- Hewar (2001)
- Sitranên Kerem T. Gerdenzerî bi Orkestor (2001)
- Sitranên hilbijartî ji alboman Kerem T. Gerdenzerî (2002)