Laleş Qaso
Ji Wîkîpediya
Laleş Qaso (z. 1957) nivîskarek kurd e. Ew ji Bakurê Kurdistanê, ji Mêrdînê ye lê niha li Swêdê bi cih bûye.
[biguherîne] Jiyan û kar
Birêz Laleş Qaso ji ber nerînên xwe yên siyasî nêzî deh salan di zindanên Tirkiyeyê ve maye û ketiye ber şkenceyên giran.
L. Qaso ji salên 1990ê ve li Swêdê dimîne û romanan, nivîsaran û helbestan dinivîse.
Berhemên L. Qaso bi gelemperî satîrîk in û rexneyên tûj in hem li dewleta Tirkiyeyê û hem jî li PKKê.
Ta niha şeş pirtûkên Laleş Qaso derketine. Çar jê roman in û yek jî dîwana helbestan e. Sê romanên wî - Sê şev û sê roj, Xezeba Azadiyê û Wêran - mîna trîlogiyê berdewamiyên hev in lê dikarin serbixwe jî bên xwendin. Pirtûka wî ya dawiyê, Ronakbîr, romanek kurt e.
Berhemên Laleş Qaso li hin zimanên biyanî jî hatine wergerrandin, wek erebî û swêdî.
[biguherîne] Berhem
- Daran pel dan, helbest, Stockholm, Weşanên Pelda
- Se şev û sê roj, roman, Stockholm, Nûdem, 1999, 328 r. - ISBN 91-88592-43-X
- Zindanên Diyarberirê û şoreşgeriya me, Stockholm, Pelda, 1999, 363 r.
- Xezeba azadiyê, roman, Stockholm, Weşanên Pelda, 2000, 312 r. ISBN: 91-972275-4-4
- Wêran, roman, Stockholm, Pelda, 2002. - 303 r. ISBN: 9197227560
Kategorî: Nivîskar | Romannivîs | Helbestvan | Wêje