Medîne
Ji Wîkîpediya
Medine bajarek li dewleta Siûdî Erebistanê ye. Medîne 300 km li bakûrê bajarê Mekkê ye. Ji bona misilmanan Medîne bajarekî pîroz e. Di dîroka Îslam ê da ji bona zordarîyên nebawermendên eşîra Qureyş ê Mihemmed Pêxamber mecbûr ma ku ji Mekkê koç bike here Medînê. Îro mezela/gora Mihemmed Pêxamber û pirrên hevalên wî jî li Medînê ye. Ji bona vî her sal bi mîlyonan hecî ji bona hec terin Medînê. Mizgefta pîroz yê duyemîn yê misilmanan jî li bajarê Medînê cîh digirî û va mizgefta di hêla Mihemmed Pêxamber bi xwe hatîye çê kirin.
![]() |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Medîne hene. |