Milan Kundera
Ji Wîkîpediya
Mîlan Kundêra (bi Fransî, Çêkî û Inglîzî Milan Kundera) (1'ê Nîsana 1929'ê-) nivîskar û romannviîsê navdarê Fransî-Çêkî ye. Ew yek ji romannivîsên herî navdar li nîvîya duyê ya sedsala 20'ê ye. Navdarî ya wî zêdetir ji ber romana wî Sivikî ya ji tehemulkirinê der ya bûnê ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Jînengar
Ew li sala 1929'ê li bajêrê Birno li Çêkoslovakiyayê hat dinyayê. Ew li malbateka rewşenhizira Çêkî hat dinyayê. Babê wî Lûdvîk Kundêra (1891-1971) şagirdekê msîqakarê navdar Leoš Janáček bû. Ew ji sala 1948'ê heta 1961'ê serokê Akademî ya Mûsîqa ya Birnoyê bû. Mîlan li nik babê xwe fêrî piyanoyê bû û paştir mûsîqanasî xwînd. Mûsîqayê tesîreka mezin li ser wî hiştîye û evê tesîrê di romanên wî jî da rengvedaye.
Wî xwîndina dibistana navîn li sala 1948'ê qedand. Heyamekê edebyat û heyamekê jî film xwînd. Di bin kartêkirina Şerê Cîhanî yê Duyê da, her ji sinêleyî ya xwe bû endamê Partiya Komuûnîst a desthilatdar. Li sala 1950'ê ji ber çalakîyên dijberî Partîyê ji partîyê hat derêxistin. Wî ev bûyer kir muhaneya nivîsîna romana xwe ya binavê Henekê (the Joke an Žert, 1967). Ew ji bo heyameka kurt dîsa vegeriya nav Partîyê, lê ji bo caran dûmahîyê li sala 1970'ê hat derêxistin. Digel hindek nivîskarên dî yên mîna Vatslav Havil li sala 1968'ê pişikdarî Bihara Pragê bû. paşra Yekîtîya Komarên Sosyalîstên Sovyetê Çêkoslovakiya dagîrkir. Ew ji 1975'ê were li Fransayê dijît û ji sala 1981'ê were welatîyekê Fransayê ye.
[biguherîne] Berhemên wî
Mîlanî berhemên xwe yên destpêkê bi zimanê Çêkî nivîsîne û yên dawîtir bi Fransî. Tiştê herî balkêş ew e ko wî heta niha jî nehêlaye hindek ji romanên wî yên ko di koka xwe da bi zimanê Fransî hatine nivîsîn bo ser zimanê wî yê daykê bihên paçivandin (wergerandin).Ev bûye sedema nerazîbûneka mezin li Komara Çêkiyayê.
[biguherîne] Kitêbnasîya wî
- Henek (the Joke, Žert, 1967)
- Evînên Kenîdar (Laughable Loves, Směšné lásky, 1960)
- Jiyan li dereka dî ye (Life is Elsewhere, Život je jinde, 1969)
- Yakûb û Axayê Wî (Jacques and His Master, Jakub a jeho pán: Pocta Denisu Diderotovi, 1975)
- Valsa Xatirxwestinê (The Farewell Waltz, Valčík na rozloučenou, 1976)
- Kitêba Kenîyê û Jibîrkirinê (The Book of Laughter and Forgetting, Kniha smíchu a zapomnění, 1979)
- Sivikîya ji Tehemulê der ya Bûnê (The Unbearable Lightness of Being, Nesnesitelná lehkost bytí, 1984)
- Hunerê Romanê (The art of the Novel, L'art du roman, 1985)
- Nemirî (immortality, 1990)
- Xiyanet li Peymanê (Testaments Betrayed, Les testaments trahis, 1992)
- Kîyînî (Identity, L'Identité, 1998)
- Nezanî (Ignorance, L'Ignorance, 2000)
- Perde (The Curtain, Le Rideau, 2005)