MySpell
Ji Wîkîpediya
MySpell bernameya ji bo kontrolkirina rastnivîsê ya OpenOffice.org e. Ji bo MySpell ferhengeke bi kurdî heye. Ji ber vê OOo bernameya ofîsa yekemîn bi kontrola rastnivîsa kurdî ye.
Programên din ji bo kontrolkirina rastnivîsê Ispell û Aspell in. Ferhengên MySpell ji bo Aspell jî tên weşandin. Ji ber vê ferhenga Aspell a kurdî jî heye.
MySpell di asta ceribandinê ye. Guhertoya dawî ya MySpell a Kurdî 0.20 ye.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Sazkirina MySpell a kurdî
[biguherîne] Sazkirina Jixweber
Sazkirina MySpell êdî jixweber jî dibe, bi DicOOo 1.4.1 û jê pêşketîtir jixweber tê sazkirin.
[biguherîne] Sazkirina bi Destan
Di guhertoyên kevin (<1.9) de zimanê kurdî hîn di nav zimanên fermî yên OpenOffice.org de tune bû. Ji ber vê yekê divê mirov bi xwe saz bike. Pêşî bi DicOOo ferhenga MySpell a kurdî daxe. Heke sîstema te Microsoft Windows be, peldankeke (klasor) wekî
- "c:\program files\OpenOffice.org1.1.x\share\dict\ooo" bibîne. Di vê peldankê de dosyayeke bi navê
- "DICTIONARY.LST"
jî heye. Tê de lîsteya ferhengên heyî heye. Vê dosyayê veke û rêza
- DICT af ZA ku_TR
lê zêde bike. Êdî OpenOffice.org ji bo zimanê "Afrikaans" ferhenga kurdî bi kar tîne. Kompûtera xwe bigire û dîsa veke. Qediya. Ji bo pelgeyên bi kurdî zimanê "Afrikaans" bi kar bîne.
[biguherîne] Dîroka versiyonên MySpell a kurdî
- 0.20 - 21.01.2005
- 0.12 - 12.09.2004
- 0.11 - 04.09.2004
- 0.1 - 03.09.2004
[biguherîne] Girêdanên derve
- Malpera MySpell a kurdî
- Projeya MySpell (di SourceForge de)
- bi DicOOo ferhenga kurdî daxe sazkirina otomatîk bi DicOOo
- MySpell kurdî versyona resmî wekî paketa ji bo sazkirina bi destê xwe
- Lîsteya zimanan
- Nivîseke ser firehkirina MySpell a kurdî - .sxw, bi OpenOffice.org veke