Narsîsîzm
Ji Wîkîpediya
Narsîsîzm tê wateya hezkiriyê xwe bûn. Ango mirov maşûqê xwe dibe. Ev peyv ji efsaneyeke Grekî tê. Nêçîrvan Narkissos , rû nade Ekho ya wekî periyeke ciwan. Ekho bi dileke têr kul û êş ji Narkissos hez dike. Roj bi roj ji êşa dilê xwe jar dikeve û dimire. Dema ew dimire çiya û kendal olan didin û ev peyva eko ango ekho (olan) jî wisa dikeve hemî zimanan. Xwedayên li çiyayê Olîmpos rûniştine vê yekê dibînin û biryar didin ku nêçîrvan Narkissos ceza bikin. Narkissos ji nêçîrê vedigere. Gelek westiya û tî bûye. Radigihîje ji ava çem vexwe nişka ve xwe dibîne. Maşûqê xwe dibe. Ji wê rojê şunde êdî ji ber devê avê ranabe û ji eşqa xwe dimire. Ango cezaye Xwedayan bicih tê. Li cihê ku ew dimire kulîlkên nêrgiz şîn dibin.
Gorî Sîgmund Freud di her mirovî de kêm zêde narsîsîzm heye û heger pirr zêde nebe zirara wê nîne. Kesayetiyên wekî Adolf Hîtler, Napoléon Bonaparte, Mustafa Kemal Ataturk jî xwedî narsîsîzmeke mezin bûne. Hemî dîktator kêm zêde wiha ne. Ji xwe zêdetir çavên wan kesî nabîne. Ezperest, tirsonek, zalim in lê bi tenê ne. Heger gotin an armancên wan bicih neyê wekî nêçîrvan Narkissos hêdî hêdî dihelin û ji kerba dimirin.