Orşelîm
Ji Wîkîpediya
Orşelîm (Jerusalem, bi zimanê Misrî yê kevin "Ruşalimum", bi zimanê Aşûriyan ê kevin "Urusalim" an jî "Urisalimmu", bi zimanê Yewnanî ê kevin "Hiyêrosolyma") bajarekî di Îsraîl/Filistîn de ye. Navê kevin ê bajarê Qudsê ye.
Di dema Îbrahîm de Melkîsedek li Orşelîmê padîşah û kahîn bû (Destpêkirin 14:18).
Wek ku ji "Nameyên El-Amarnayê" kifş dibe, Orşelîm di sedsaliya 14an BZ de, di destê Misriyan de bû.
Piştî Misriyan û heta dema Dawid padîşah, bajar di destê Yêbûsiyan de ma. Di sala 1000 B.Z. Dawid Orşelîm vegirt (Samûêl II, 5:6-10) û kir peytexta xwe û kurên xwe. Ev wilo ma heta ku 587 B.Z. padîşahê Babîloniyan Nebûkadnesar êrîşî Orşelîmê kir û bajar ket destê wî.
537 B.Z. padîşahê Farisan Kyros destûr da Cihûyan ku ji Babîlê vegerin cihê xwe û peytexta xwe dîsa ava bikin.
Di sala 70ê P.Z. serleşkerê Romayî Tîtus bi ordiya xwe ve Orşelîm vegirt, şûreyên bajêr hilweşandin û gelek xanî jî xera kirin.
Di serîhildana Bar Koxba de (132 P.Z.) ordiya Romayiyan careke din ket Orşelîmê û hemû Cihû hatin sirgûnkirin; hingê Romayiyan jî navê bajêr danî "Eliya Kapîtolîna". Bi vê yekê dixwestin ji pûtekî wan ê bi navê "Yûpiter Kapîtolînus" re hurmetê bikin.
638 P.Z. Misilman ketin Orşelîmê û navê bajêr kirin Quds, yanî "pîroz".