Partiya Demokratik a Kurdistana Îranê
Ji Wîkîpediya
Ev gotar ser PDK-Îran e. Ji bo PDK ên din binêre: PDK
Partiya Demokratik a Kurdistana Îran (PDK-Î) yek ji parti yên sereki u nasyonalista kurd li kurdistana rojhilat e.
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Dîrok
Partiya Demokratik a Kurdistana Îran (PDK-Î) di 16'ê gelawêja 1945'an li Mahabadê wek PDK a yekemîn hat damezrandin. Serokê PKD-Î yê yekemîn Qazî Mihemmed bû. Li rasti de ew parti cenişîna "Komeley Jiyanewey Kurd" an "KJK" bu ku sê sal berî hatbu damezrandin.
159 rojan piştî damezrandina PDK-Î, li 22 janviye ya 1946 ew parti kari bi kelk girtin ji doxa lebara wê serdemê îranê yekemîn komara kurdi li rojahilatî kurdistan bi navê komara kurdistan damezrîne. ku dîroknivîsan dibêjnê komara mehabadê liberku ew komar bajarê Mehabade kirbu pêtexta xwe. komara mehabad bi tenê 11 mehan domand liberku hukumeta Îranê pemanek dij be kurdan ligel sovyetê çê kir u hêriş kir ser kurdistanê. hejmareka mezin ji lïder, serok u endamën komarê li aliya hukumeta îranê hatin girtin u 20 ji wan li bajarên Mehabad, Bokan u Seqiz hatin idam kirin.
kêmtir ji dû salan piştî rûxana komarê, PDK-Î xebata xwe li ser girt u li maweyeke kurt de li hemî nawçce yên kurdistanê rîşe kutand.
Dû helmeta polisî li salên 1959 u 1964 zebreke qurs li rekxistiya PDK-Î da u bo sedema girtin u xwe weşartina pêtir ji 300 endamën wê parti. Lê ew parti duçara nahumêdî nebu u zararên xwe qerebu kir bi çeşneki ku li sala 1967-68 bo 18 mehan ew parti xebata çekdarî dijî deselata şahenşahi ya Îranê dest pê kir u hukumetê duçare astengi kir.
Piştî raperîna xelkê Îranê dijî deselata şah, li sala 1979 u rûxana rejîma şah, PDK-Î helmet bir ser qereqola mehabadê u çek u teqemeniyên wê hîna dest u li nav bajarê mehabad xebata çekdarî ya xwe ragehand.
piştî wê yekê li bajare Sine jî ew tişt qewmi u PDK-Î u Komele karîn kontrola kurdistanê rojhilatê bigirin dest xwe. u bo çend salan kurdistan azad kirin lê mexabin disan jî li sala 1983 piştî 3 sal şerê qurs navberî Pêşmerge (an Gerilla) yên wan 2 partiyên kurdî u erteşê Îranê careke din kurdistan ket destê deselata Tehran.
[biguherîne] Kongre yên PDK-Î
PDK-Î heta nehe 13 kongreyan bestîye:
- Kongra 1945
- Kongra 1946
- Kongra 1973
- Kongra 1980
- Kongra 1981
- Kongra 1984
- Kongra 1985
- Kongra 1988
- Kongra 1992
- Kongra 1995
- Kongra 1997
- Kongra 2000
- Kongra 2004
Li kongra 20ema Enternasyonal Sosyalist ku li rojên 9-11 septambra 1996 li Netewên Yekgirtî hat li dar xistin PDK-Î wek endama wê rekxistiyê hat wergirtin.
Liderayeti ya PDK-Î Komîta Nawendi ye ku ji 23 endamên sereki u 12 endamên laweki dêt berhev.
ji wan endaman 7 kesan wekî defterê siyasi dên helbijardin ku Sekretera giştî jî yek ji wan e.
[biguherîne] Binêre:
[biguherîne] Lînkên derve
- Malpera PDK-Î
- Komîsyona Weşana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (kurmancî)
- Komîsyona Weşana Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (soranî)
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».