Pol Pot
Ji Wîkîpediya
Pol Pot (* 19'ê gulanê 1928 li parêzgeha Kompong Thom, Kamboçya; † 15'ê avrêlê 1998 li Anlong Veng) heya sala 1997´ê yekemîn desthilatdarê Qimerên Sor û kesayetiyeke navdar ê Kamboçya bû.
Di malbateke cotyar de ji dayîk bûye û di zaroktiya xwe de perwerdeya Bûdîzmê dîtiye. Di sala 1946´î de dibe endamê Partiya Komûnîst a Kamboçyayê. Di şerê DYE û Wîetnamê de alîkariya DYEyê dike û li dijî Wîetnamiyan provokasyonan û êrîşan lîdardixe. Wekî peyayekî di bin baskê DYEyê de tê naskirin. Dema Pol Pot di nava partiyê de desthilatiyê bi giştî bidestdixe, dest bi avakirina welatek komûnîst û cotyar dike. Ew komûnîzmê gorî xwe şîrove dike. Hemî kes û alternatîvên din ji holê radike. Desthilatdariyeke têr bi zext û xwîn li dardixe.
Ew bi gorî xwe riya Mao dimeşîne û li pey şoreşa çandê ye. Lê ew li pey xwe çiyayên meytan dihêle. Navê wî dibe navê tîraniya xwînê.
Ew di hevpeyvînekê de dibêje "Ez ji ber kiryarên xwe ne poşman im. Min li dijî êrîşkar û xayînên Wîetnamiyan, welatê xwe parast. Wekî Mustafa Kemal Atatürk ê Tirkiyê, li avakirin û pêşxistina welêt geriyam. Mixabin navê Atatürk bi başî lê yê min bi neyînî tê zimên".
Pol Pot kesekî wekî li dijî mirovahiyê bersûcdar e tê nirxandin. Wî bi milyonan welatiyê xwe daye kuştin.