Qanatê Kurdo
Ji Wîkîpediya
Qanatê Kurdo sala 1909 an li gundê Sûsizê, qeza Qersê ji dayka xwe bûye.
Sala 1922'an bi însîatîva nivîskarê Kurd Ahmedê Mîrazî, ewledê gelê Ermenî, dost û xêrxwazê gelê me Lazo (Hakob Xazaryan) û hinekên din, li bajarê Tilbîsê ji bo wan zarokên Kurd dibistan vedibe. Di dibistanê de zaroka him dixwend, him hînî kar dibûn, him jî tê de radizan. Qanat dibe şagirtê wê dibistanê.
Tev Qanat ji wê dibistanê xwendina xwe dest pê kirin usa jî zimanzanê Kurdî bi nav û deng, doktorê fîlologyê Çerkez Bakayêv, nivîskar, berpirsyarê rojnama Riya Teze yê ewlin Cerdoyê Gênco, Mêr xwesê Yekîtya Sovyêtê Semend Syabendov û gelekên din.
Sala 1928'an kommerkezya Partya Komûnîstên Ermenistane bi pêşniyaza Erebê Şemo 8 xortên Kurd dişînin Lênîngiradê (Pêtêrbûrg) ji bo xwendinê. Qanat di nav wanda bû.
Berê ew di fakûltêta karkira ya înstîtûta zimanên rojhilatê yên zêndî de dixûne, paşê xwendina xwe li ûnîvêrsîtêta Lênîngiradê beşê ziman, dîrok û edebye tê de pêşda dibe. Saya xebathizî, zên û rind zanîbûna zimanê dê di demek kin de guhdar ya dersdaran, ya rojhilatzanên dinêe’yan N. Mar, H. Orbêlî, A. Frêyman dikşîne ser xwe.
Hê xwendkar ew dersê zimanê Kurdî dide xwedkarên ûnîvêrsîtêtê û bi xebata zanyariyê ve mijûl dibe.
Ji pey xwendina ûnîvêrsîtêtê re ew aspîrantûra ûnîvêrsîtê tê de xwendina xwe berdewan dike. Sala 1941 ê bi babeta "Çêkirina fêlêd bargiranî di zimanê kurdida" têza doktorya xwe, ya ewlin xweyî dike.
Piştî şer ew di înstîtût a rojhilatzaniyê de pirsên Kurd zaniyê yên cude cuda ve mijûl dibe, kûrsên zimanê Kurdî de dersê dide.
H. Orbêlî sala 1959an para rojhilatzaniyê ya înstîtûta Lênîngiradê ya zanyariyê de koma Kurdzaniyê başqe dike. Ji pey salekê re Qanat dibe serokê wê komê.
Heta dawya jîyana xwe jî wî ew karê Kurdewariya pîroz bi serbilindî û hiskirin pêş de bir, li dû xwe bi sedan xebatên Kurdzaniyê yên bingehîn û giranbiha hişt, navê xwe bi herfê zêrîn di dilê gelê xwe de nivîsî.
Sala 1985 a 31 ê oktobirê li Lênîngradê zanyarê mezin di76 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe…
Qanatê Kurdo, ji sedî zêdetir monogirafya, pirtûk û gotarên zany arî li ser ziman, zargotin, dîroka Kurdî weşand,ji 20 î zêdetir Kurdzan hazir kirin… Kurdzanekî usa nîne, ku wan salan di welatê Sovyête de hatibe hazirk irin û emekê wî evdê mezin ser nî be, tune ye.
[biguherîne] Berhem
- „Rêzimana zimanê Kurdî (Kurmancî)" (1957),
- „Ferhenga kurdî (Kurmancî)-Rûsî“ (1960),
- „Ferhenga Kurdî (soranî) – Rûsî“ tevî Zara Yûsûpovayê, (1983),
- „Beranderkirina rêzmanên dîalêkta Kurdî (Kurmancîya jor û Kurmancîya jêr)“ (1973),
- „Tarîxa edebiyata Kurdî“ cilda 1 (1983), cild 11 (1985),
- „Gramêra zimanê Kurdî“(1990),
- „Duwanzdeh varîant, Mem û Zîn „(1996)
Zarokên Kurd li welatê sovyêtê bi pirtûên wî hînî zimanê dê dibûn. Heta salên nodî 10 pirtûkên wî yên dersa li Ermenistanê hatine weşandin.
- Çavkanî: http://www.peyama-kurd.com/9/14.pdf
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».