Qerejdax
Ji Wîkîpediya
Qerejdax çiyayekî li Kurdistanê ye. Qerejdax bi zîvirok, bilind û dirêj e û çiyayekî volkanîk ê vemirî ye. 1938 metreyan bilind e. Lav ên ku ji çiyayê qerejdax hatine avêtin, bi kîlometreyan li dora çiyê belav bûye û wekî kevirê reş tê binavkirin. Li her derê dora çiyayê qerejdax mirov dikare li van keviran rast bê ku li gund û bajaran jî kela û xanî bi piranî pê hatine lêkirin. Çiyayê Qerejdax ji Amedê her ku ber bi navçeya Wêranşar diçe nizim dibe û dû re bi deşta heranê re dibe yek.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».