Reş
Ji Wîkîpediya
Reş
Reş yek ji rengan e. Ji ber olana pêlên pîgmentên ku tîrêjê dimijin taybetiya xwe digire. Ango ji ber pîgmentan reş dixwiyê. Di tariyê de ango tunebûna tîrêjê de, rengê reş serdestdibe.
[biguherîne] Reş
Reş rengeke kêmhezkirî ye. Kurd di çanda xwe de hemî nebaşiyan kirine para reş. Bo mînak, rûreşî, dilreşî, bextreşî hwd. Di hin mîtologiyan da sîmbola rewşên fermî ye. Di hin devokên Kurdî de hin caran peyva "Qer" tê bikaranîn ku bi eslê xwe ji zimanê kevn ê Aryanan tê û îro jî di Grekî de derbasdibe.
Di gelek navên cografîk de peyva reş derbasdibe, Derya Reş, Geliyê Reşkotan hwd.
[biguherîne] Lînk
![]() |
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Reş hene. |