Rojen Barnas
Ji Wîkîpediya
Rojen Barnas şanenavê Mehmet Gemici ye ku helbestvanek kurd e.
Rojen Barnas ji Farqînê ye û di salên 60î de dest bi nivîsandina kurdî kiriye. Di dawiya heftêyan de bi hin hevalên xwe re Kovara Tîrêj derxist, her di wan salan de kitêbeke şiîran bi navê Li bandeva spêde weşand. Barnas bi wê kitêba xwe riyeke nû di şiîra kurmancî de vekir û tesîr li gelek şaîrên nû kir. Rojen Barnas mîna gelek rewşenbîrên kurd mecbûr ma ku welatê xwe terk bike û piştî 80yî li Swêdê bi cih bû. Wî bi gelek navên cihê di mijarên cihê de nivîs nivîsandine. Barnas heta niha ev kitêb weşandine;
- Li bandeva spêde
- Heyv li esmanê Diyarbekirê
- Hingê
- Milkê Evînê
- Şiîr -1- (berhevoka du kitêbên wî ne)
weşandine. Wekî din Rojen Barnas di kovarên mîna Tîrêj, Hêvî û Nûdemê de gelek nivîs nivîsandine.