Rojhilata Nêzîk
Ji Wîkîpediya
Rojhilata Nêzîk (bi Inglîzî Near East) zaravek e ko zêdetir ji alîyê şûnwarniyasan, cihnasan û dîrokvanan ve dihêt xebitandin. Rojhilata Nêzîk welat û herêmên mîna Anatoliya, Mezopotamiya, Libnan, Sûrîya, û Ordinê vedigirit. Zarava ko niha zêdetir dihêt xebitandin Rojhilata Navîn e. Kesên ko zêde Ewrûpa-navend nîne zarava Asyaya Başurê Rojava bikardiînin. Welatê misirê jî herçind e ko li parzemîna Afrîkayê ye, lê ji ber tikhilîyên dîrokî, siyasî û aborî ve ji Rojhilata Nêzîk dihêt hesibandin.