Sûrhên Cizîrê
Ji Wîkîpediya
Sûrhên Cizîrê cîheke dîrokî li Cizîrê ye.
Sûrhên Cizîrê ewên Cizîr seranser dorpêç kirîn, eserên gelek saxlem û bi heybetin. Di demê Gudî’yan de hatine avakirin. Sûrhên Cizîr’ê di şiklê wê Keştîya Nûh Pêximber ya liser çîyayê Cûdî rawestîyayî de hatîye ava kirin. Ji nav derîyên wê yê kevin de, derîyê Tor’ê û derîyê Deşt’ê wekî mecrefên keştîyê dihatin dîtin.
Tevayê sûrhê bi kevirên reş hatîye avakirin. Her çiqas piranîya kevirên wê ji wan kevirên reş û hişk û bê kûnik bin jî, ew Bûrc’a li alîyê rastê yê pozê Seray’ê û hindek ji sûrha wê, ji wan kevirên reş, bi kûnik û wekî sûngerî hatîye çêkirin. Bilindahîya sûrhan, 14-15 m.ye, sitûrahîya dîwarê wan jî nêzîkî 2 m.yane. Vê gavê li alîyê başûr 5 bûrc, li alîyê rojava 1 bûrc, li alîyê bakûr jî 2 bûrc heyîne. Ew bûrcên dî û sûrhên wan, di êrîş û şerên derbazboyî de hatine hilweşandin û li ser erdê tû eserên wan nemayî ne. Kevirên van sûrhan bi piranî di nava kelhê de di avakirina avahîyên wekî melbex û firin û avahîyên cûda-cûda de hatine bi kar anîn.
Tê gotin ko sûrhên Cizîr’ê, pêşîya zayînê bi 4000 salan ji alîyê Gudîyan ve hatîne avakirin. Di demê piştî Gudî’yan de bi êrîş û şeran cih bi cih hilweşaye. Di demê Aşûrî’yan de tamîratek mezin lê hatîye kirin. Piştî Aşûrî’yan bi karesatên xwezayî û bi êrîşên dijminan dîsacih bi cih hilweşayîye û ji alîyê Sasanîyan ve hatîye tamîr kirin. Piştî zayînê di sala 639’an de demê artêşa misilmanan hate ser Cizîr’ê, ji ber ko gelê Cizîr’ê bi vîyana xwe Îslamîyet qebîl kirin, ji alîyê misilmanan ve hatin ecibandin. Ew sûrhên hilweşayîn ji nû ve hatin tamîr kirin û li ser wan Qûrana Pîroz bi tevayî hate nivîsandin. Di sala 1596’an de, ji alîyê yek ji begên Cizîr’ê mîr Şeref’ê kûrê mîr Muhammed kûrê Han Abdal ve “Bûrc’a Belek” hatîye avakirin û ji wê bûrcê re bi zimanê erebî gotîne “Burcu’l-Ebleq”.Ji berk o ew bûrc rêzekevirên wê yek reş û yek jî sipî hatibo avakirin, bi wî navî hatibo navdan. Tê gotin ko hostayê ew bûrc ava kirî yeke ji oldarên Îsewîyan bo, navê wî jî hosta Henna bo.
Di roja me ya îro de jî, ji alîyê Wezareta Çand û Turîzm’ê ve, sûrha Cizîr’ê bi kelha wê ve hatîne tescîl kirin û di bin parastina wezaretê de ne.
www.bedirxani.com