Sema Yüce (Serhildan)
Ji Wîkîpediya
Sema Yüce (Serhildan) di sala 1971an da li gundê Asagi Kargalik a grêdayî navçeya Agirî a Tûtakê ji dayik bû. Dibistana Sereke li gundê xwe ya navendî li Tûtakê û lîseyê jî li Agiîyê xwend. Ji bona zanîngehê diçe Enqerê û li vir bi PKK'ê re dikeve têkiliyê. Di sala 1991an da ji Mêrdînê tevlî refên gerîlla dibe. Di Gulana 1992an da bi komek hevalên xwe diçe Serhedê. Piştî xebata çend mehan di encama îxbarekê de li navenda bajarê Agirî tê girtin. Dadgeha Tirkîyê 22 sal cezayê zindanê lê dibire û dişîne zindana Nevşehîrê. Piştre jî sirgûnî zindana Çanakkaleyê dikin. Sema Yüce (Serhildan), di Newroza sala 1998an da li hemberî zext û zordariyên dewleta tirk agir bi bedena xwe dide û di 17'ê pûşperê 1998 de jiyana xwe ji dest dide.