Stewr
Ji Wîkîpediya
Stewr (tr. Savur) yek ji navçeyên Mêrdînê ye. 47km ji Mêrdînê dûr e. Gorî hejmartinên fermî yê sala 2000´î hejmara niştecihên navendê 11.240 û ya gundan jî 29.866 e. Aboriya herêmê pirranî li ser çandiniyê ye. Sala 2005´î li herêmê fabrîkeka şerabê avabûye. 3 şaredarî, 33 gund û 1 mezre girêdayî Stewrê ne.
Bingeha navçeyê gelek kevn e. Di qeydên dîrokî de navê Stewrê wekî, Stûr, Staûras, Sauras, Ştarû, Şarû derbasdibe. Herêm him di dîroka Kurdan, him jî di ya Asûrîyan de cihekê girîng digire. Di sala 1928 ´î de li Stewrê serhildanên mezin li dijî Komara Tirkiyê tê sazkirin. Omerî, Mala Haco, Ramanî li dijî dewleta Tirk serîhildane û ji bo mafê Kurd û Asûriyan têkoşîne. Lê serhildan têkçûye û dewletê pêkutiyên mezin li gelên herêmê kiriye.