Vîkîng
Ji Wîkîpediya
Vîkîng, vaykîng , Wîkîng navê bereke Skandînavî ye ku di sedsala 8emîn heya 11emîn li bakurê Ewropa desthilatî kirine ye.
Peyv di zimanên Skandînavî de tê wateya têkoşer, cenghez, şerxwaz. Bera Vîkîngan bi êrîşkarî, deryavanî û xurtiya xwe hatiye nasîn. Wan gelek sefer berî bi rojava û rojhilatê kirine. Gelên Skandînavya û hinde jî Ûrîs wekî neviyên wan tên zanîn.
Çand û hunera Vîkîngan di nava ya Germanan de tê hesibandin ku ew jî beşeke ji berên Îndogermanan e. Hin teoriyên ku bingeha Kurdan bi wan ve girêdidin jî hene. Gorî wan bav-kalên Kurdan ji bakurê Ewropa hatine. Lê pirranî dipejirînin ku bingeha berên Aryanan ji Rûsya îro belav bûne, herwekî Vîkîng jî.
Hin dab û nêrîtên Kurd û Vîkîngan dişibin hevûdu. Bo mînak bikaranîna qoç (qloç). Beriya ola Îslamê Kurdan bo mêraniyê wekî sîmbol qoç bikardianîbûye. Dîsa ji aliyê zimên ve jî gelek hevparî hene.