Xamûr
Ji Wîkîpediya
Xamûr, Xêmûr an Hewaran (tr. Hamur) yek ji navçeyên Agirîyê ye. 12km li başûrê Agiriyê dikeve. Rûber 898km², bilindahî ji rûye avê 1.650m ye. Aborî li ser xwedîkirina ajalan û çandiniyê ye. Li herêmê gelek madenên binerdî hene û ji aliyê fîrmayên dûgela Tirk ve tên bikaranîn. Mixabin ji vê dewlemendiyê gelê herêmê sûdwernagire. Gelê herêmê xizan e. Gel ji xeynî karmendên KT, bi tevahî ji Kurdan pêk tê. Dîroka herêmê ji ya Kurdistanê ne cudatir e.
[biguherîne] Wargehên tûrîstîk ên navçeyê
- Kumbeta Îbrahîm Paşa (kurê Îshaq Paşa)
- Kela Şoşikê
- Kela Hewaran
- Şikefta Hewaran
- Çemê Xêmûrê - Çemê Sêwiyan