Yazixan
Ji Wîkîpediya
Yazixan (an jî Patrîkxan), 40 km li bakurrojavayê Meletiyê dikeve. Firehiya erdê wê 618 km² ye. Hejmara niştecihên navenda navçeyê 4285 (sala 2000´î), bi tevî gundan 20.614 e. Di sala 1990´î de bûye şaredarî. Li ser riya dîrokî ya "Riya hevrîşimê - Riya Îpegê" dikeve. Di sala 1936´î de riya hesinî hatiye vir. Bilindahî ji deryayê 900 m e. 27 gundê navçeyê û 64 mezreyê wê hene. Aborî li ser çandinî û xwedîkirina sewalan e. Deşta Patrîkxanê deşta herî mezin a Meletiyê ye. Mixabin axa herêmê avî nîne. Niştecihên herêmê ji eşîra Kurd a Dirêjan in. Xalîçeyên herêmê bi nirx in.
Dîroka herêmê pirr nayê zanîn.