Zarokjiberbirin
Ji Wîkîpediya

Zarokjiberbirin, kûretaj, hûrkolîna jîçekê (bi latînî: abrasio, bi fransî: curettage, bi Inglîzî abortion) ji ber sedemên tenduristî yan taybetî dawî li bicanîbûnê anîn e.
Jiberbrin derkirin an avêtina vernîk an cenînî ji malzarîyê ye ko ji sedema mirina vernîkî ye an jî dibit sedema mirina wî. Jiberçûn mumkîn e serbixwe an jî bi rêya keristeyên kîmyayî, neşterkarî an rêyên dî ji qest rû bidit. Bi giştî, jiberbirin behsa destajoyekê (bi Inglîzî procedure) dikit ko merema wê dawîkirina avisîyê ye. Di zaravnasiya pizişkî da, her dawîbûneka avisîyê ya serbixwe an destkir û jiqesd berî heftîya 20'ê ji jiyana hundirê malzarîyê ko berhemekê nejî diînit serdinyayê, jiberbirin e. Di dîrokê da gelek şêwaz ji bo jiberbirinê hebûne. Alîyên exlaqî û qanûnî yên jiberbirinê niha babetên nîqaşên gelek gerim in li piranî ya welatên cîhanê.
Wekî ji peyvê jî kivşe ye, "jiberbirin" e ne "jiberçûn" e. Zarokjiberçûn bêî vîna mirov e. Lê li vir mirov bi vînê tevdigere. Li gelek civakan bi çaveke baş û erênî li zarokjiberbirinê yan kûretajê nayê nêrîn. Li civakên wiha maf û wekheviya jinan jî kêm in. Dîsa li hin welatan kûretaj ji ber sedemên olî hwd qedexe ye û bi dizî tê kirin.
Li Kurdistanê, bi taybetî li Kurdistana neazad, ango parçeyên li derê Başûrê Kurdistanê dimînin yasayên dagirkeriyê serdest in. Li Bakurê welêt neqedexe lê karekê nelirê tê dîtin. Li Rojhilata Kurdistanê ango Kurdistana Îranê û ya Sûrî bi dizî tên kirin, qedexe ye.
Dîroka kûretajê gelek kevn e. Bijîşk di hin rewşên awarte de ji ber sedemên tenduristiya dê yan jîçekê (embriyo) biryara yan pêşniyaza kûretajê didin. Herî dereng hefteya 16. a bicanîmayinê dikare were kirin.