Îşareta tivilman
Ji Wîkîpediya
Îşareta tivilman jibo zêdetir ji têgehekê bikar dihêt: jibo îşareta demdiyarkirî û jibo îşaretên pêlanî (ji rengê pêlan) di sîstemeka tivilman da.
[biguherîne] Îşaretên demdiyarkirî
Îşaretên tivilman bi awayekê edetî pêşberkirina tivilmanane ya îşaretên demdiyarkirî ne ko piranî ji îşaretên analog dihên wergirtin.
Îşareteka analog dayî anko datumek e ko bi demê dihêt guhartin, mîna germahîya cihekê diyarkirî an voltînî ya girêyekê di kerxeka karevayî da. Ev dibit ko wekî kiryareka matîmatîkî bihêt pêşberkirin, bi awayekî ko dem têda berguhêra azad e û îşaret bi xwe jî berguhêreka vebestî anko berbar. Îşareta demdiyarkirî nimûneyeka îşareta analog e: îşaret di navberên diyarkirî yên demê da dihêt wergirtin ( jibo mînak her mayrosaniyekê anko yek li ser hizara saniyeyê) ne bi berdewamî.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».