Îbnî Ruşd
Ji Wîkîpediya
Îbnî Ruşd (erebî: أبو الوليد محمد بن أحمد بن محمد بن رشد; ( zayîn di 1126 li Qordoba; mirin di 10 berfanbarê 1198 li Marakêş) fîlozof, qazî, erdnîgarnas, Matematîkvan û doktorekê bi eslê xwe ji qebîleyê El Mûhîdanê berberîyên de dihatîbû.
[biguherîne] Jiyan û Xebat
Ebû l-Welîd Îbnî Ruşd di sala 1126an de li bajarê Endulusê Cordobayê hate dinê. Ew di malbatekê qazîyan de hatibû dinê. Kalê wî Ebû el-Welîd Mûhemmed (mirin 1126) qazîyê El Mûratîban bû. Bavikê wî jî hate ko xanêdana El Mûwahîdan hate Endûlusê li êynî wezîfe bû. Wî di hevotina xwe dad, doxtorî, fîlozofî xwend. Di 1153an de wezîrê El Mûwahîdan Ibn Tufeyl,wî bi hikûmdar Ebu Yaqûb Yusif ve danasîne. Ebû Yaqûb Yûsif jî wî bi Ebû Zûhr ve danasîne û Ebû Zûhr pê re dibe mamosteyê Îbn Ruşd. Di 1160an de ew tê anîna qazîtîya Sevîlla. Di wan çaxên umrê xwe de ew dest bi şirove kirina berhemên Aristoteles dike. Ew pê re li Roava bo van xebatên xweyên ser şiroveyên Arîsto wek Kommentator, ango Şirovevan, tê navkirin. Ew di jiyana xwe de li gelek meqamên girîng û ciyawazî dişixule. Ew di 1169an de tê vebuhtina dadrêsîya Córdoba û Sevilla, di 1182an de jî dibe doxtorê xelîfe Ebû Yaqûb. Lê pê demeka kurt re ew vedigere qazîtîya Cordoba. Ew di 10 berfanbarê 1198an de li Fasê dimire.
[biguherîne] Bi Xebatên xwe li Rojava
Îbnî Ruşd bi xebatên xweyên li ser berhemên Arîstotales li dinêyê Rojava rind dihat nas kirin. Ew di nav Xristiyanên rojava de bi navên xweyên rast pirtir wek Averroes û bi ûnvana Kommentator dihat nas kirin. Ew li rojava ewqas tê nas kirin û ewqas bal kişandibû ko, di şopa wî de rêbarekê bi navê Averroism hatibû peyda kirin. Nivîskarê Dante di berhema xweya navdarê bi navê Komedyaya Xwedayî de bi Arîstotales ve behsa wî dike.
Yek ji berhemên xweyên herî navdar, ya ko bi navê Bêvacîya Bêvacî, li ser rexneyên berhama Îmam Gazalî ya bi navê Bêvacîya Fîlozofan û fîlozafan hembera Gazalî diparêza bû.