27'ê mijdara 1978
Ji Wîkîpediya
[biguherîne] Damezirandina Partiya Karkerên Kurdistan PKKê
Di sala 1978an de, Partiya Karkerên Kurdistanê PKK hat damezrandin. Gelê mazlum yê mezopotamya, Kurd, piştî imparatoriya MED gelek caran serî hildan û bi çewisandinên welatên dagirker re rûberû man. Piştî serhildana Agiriyê, di çapemeniya kemamlist, di rojnameya Cumhuriyetê de karikatorek hat weşandin. Di karikatorê de, çiyayê agirî hatiye çêkirin, di binî de-jî goristanek, û li ser goristanê-jî ev nivîs cih digirt: Kurdistana xeyalî di vê derê de binax kiriye. Nivîs waha berdewam dikir: Kurdistana Xeyalî ku ser wî hatiye beton kirin, ji bo ku tu careke din serî raneke û venejî, li vê derê hatiye defin kirin. Wê demê, Kurd-jî tê de herkesî baweriya xwe bi van gotinan anîbû. Di salên 70 de, komek mirov van betonan qelişandin, wek gulilkan bişkivîn û vê tesbitê belav kirin: Kurdistan welatek dagirkiriye. Ev kom bi vê gotina xwe dest bi meşek dûr û dirêj kir. Di destpêka tekoşînê de Yek ji qadroyên bilind Haki Karer ku di eslê xwe de tirk bû hat qetil kirin. Ev koma şoreşgeran, piştî ku endamek xwe wenda kir, bi serîhildanek nû du gavan pêş de avêt û partiya xwe damezrand û Roja 27 ê mijdara sala 1978 an de, li gunde Fis a Amedê, bi beşdarbûna 25 kesî civînek hat li darxistin. Di civînê de, Partiya Karkerên Kurdistan damezrandina xwe îlan kir û Abdullah Ocalan wek sekreterê giştî hat hilbijartin. Militanên PKK Manifestoya rêber ya bi navê Rêya şoreşa Kurdistanê ji xwe re esas girtin û ji bo şereşeke mezin ketin rê. Naha dîroka ku bûbû wek qeder ji pêvajoya şoreşa îro re pelên xwe yên herî paqiş veqetandiye.