Web Analytics


https://www.amazon.it/dp/B0CT9YL557

We support WINRAR [What is this] - [Download .exe file(s) for Windows]

CLASSICISTRANIERI HOME PAGE - YOUTUBE CHANNEL
SITEMAP
Audiobooks by Valerio Di Stefano: Single Download - Complete Download [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Alphabetical Download  [TAR] [WIM] [ZIP] [RAR] - Download Instructions

Make a donation: IBAN: IT36M0708677020000000008016 - BIC/SWIFT:  ICRAITRRU60 - VALERIO DI STEFANO or
Privacy Policy Cookie Policy Terms and Conditions
Nîqaş:Destpêk - Wîkîpediya

Nîqaş:Destpêk

Ji Wîkîpediya

şêş/Arşîva 1

Tabloya Naverokê

[biguherîne] Ev Bikarhêner Destpêkê pakkir di kin

hîndarî Nav
Destpêk Bangin
Nûçeyên Wîkîpediya Luqman
Wêneyê hefteyê Bangin
Gotara hefteyê Luqman

Ezê koordînasyonê Destpêkê têkim di desta xwe, wek wêneyê heftê jî. Niha bes gotara hefteyê ma. Heta kes xwe têda nenivisîne, ezê bikim. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:44, 13 avrêl 2007 (UTC)

Eybiyeka pêr mezin e, ku hûn(Bangin, Bableka, cyrus the virus) dê Ensiklopediyeki de niqaşên weke: ka Abdullah Öcalan Rêbere gelê Kurd e an na!. Wikipedia gelek feydê û zanebûne bidê Zimanê Kurdi. Ev şerme bavo, hûn dê niqaşan de niqaşi wan tiştik û miştikan dikin!!!! neutral bin... selam û hurmet

[biguherîne] Nûçe

Destpêk baş bûye. Lê ew ser rûpela "ensîklopediya kurdî"ya û ne bi min tenê, bawera min gorî pir kesan, ew gelek girîng e. Ji bo vê bi min hebûna nûçeyan pir ne gerek e. Ger dike bibe jî dive ku rewa ensîklopedîye be. Bêalî û destek an hembera tu kesan, dewletan an partiyan nebe. Çimkî armanca wîkîpediya ensîklopedîye û bi vê rê ve xizmet kirina zimanê kurdî ye. nûçeyên peşinên destpêk de bi min nebêalîna û ji vî alî ji wîkîpediya re ê kêr pirtir ziyane bînîne. Mîsal Abdullah Ocalan gorî kê rêberê gelî kurd e, kê hilbijart?. Nav kurdan de yên destek dikin hêne jî li hember jî pir hêne. Ji bo çi an ne çi ew pir ne girîng e û şuna gengeşîyê vê jî ne wir e, lê bi encam wiha ye û nûçe bêalî dikê ye. Yanê yê ku ez dibêjim nûçe ya bira rewa ensîklopedîye bin û ji pê re feyda bikin an jî pir ne gerek e, çimkî ji bo nûçeyan malper bes hêne. Nizanim baş bû an nebû lê rexneya min wiha û ji bo feyda ya wîkîpediya ye. Cyrus the virus

Kekê Cyrus the virus, sedî sed tevlî te dibim. Min îro rexneyekê dirêj nivîsî ji kekê Luqman re, lêbarkir lê nizanim bi kû ve çû. Rûpela destpêkê kesayetî, bêalîtî û fîlozofiya Wîkîpediyayê dide der. Em ne dijî tiştekê ne, hêvî dikin şaşjî nayên fêhmkirin. Kurdistan ne tenê Bakur yan jî Başûr e. Ne tenê hizbekî me heye. Hizbên (partî, kom) me gelek in û em karê siyasetê nakin li vir. Ev der ne rojname ye, ne TV an jî kovar e. Gelek TV, rojname hwd me jî hene. Em karê ensîklopediyê dikin. Werin em karêxwe bikin tevlî karên wan nebin. Nêrînên xwe yên taybet ranexin ser gotarên xwe, kêm-zêdê berjewendiyên neteweyî û bêalitiyê bingeh bigirin. Erê rast e, em Bakurî pirr ji sloganan hezdikin û ji bo me ne naverok lê şekl girîng e. Ji xwe ji ber wê ye jî 25 milyon in li Bakur lê hêj me kevirekê jî neçikandiye.

Bi kurtî, kekê delal Luqman û hemî bikarhênerno, nav, sembol û bangewaziyên hizban nekin rûpela serî. Rûpela destpêkê pirr û pirr muhîm e. Yek jî wê xelk bi me bikenin, bêjin "Wa weylê Kurd di ensîklopediyan de jî siyasetê dikin". Hemî serok, hizb, kom û ber ên me ne û rêzgirtina me heye lê ev der platformeke zanistiyê, ya neteweyî ye. Malê ti kes, kom , partî hwd nîne, mal û keda gelê Kurd e. Sibê dikare yekê din jî bêje na serokê min ji yê we bi çalaktir e yan sombêlên serokê min ji yê we pirttir in hwd. Dawî nayê hevalno.. Binêrin em lava dikin ku kesên nû werin tevlî me bibin. Ziravî divê. Carnan bo berjewendiyên neteweyî kevirê xwe di ber xwe de berdan jî divê..

Hêvî dikim birayê hêja Luqman dilê xwe nagire. Serkeftin ji me hemiyan re. --Bablekan 17:00, 8 adar 2007 (UTC)

Min piska êwele nucêyen Wîkipediya kurdi nivis kir. Hêvala Cyrus the virus, kîdere hatiya niviskir, mîsal Abdullah Ocalan rêberê gelî kurd e. Kê ve ne nivisande. Nucêyin Wîkîpediya gelek giringê, Milê Politik a Kultur her mili dê. --Zimane Me Hebuna Me Ye 19:59, 8 adar 2007 (UTC)


Heyran min hetanî niha du nûçe barkirin, herdu jî li ser 8'ê adarê roja jinên cîhanê bû û çalakiyên tirkiyê û Kurdistanê bû. Propogandaya ti partiyan tê de nîne. Ev roj li hemî cîhanê tê pîrozkirin û di hemî çapemeniyên cîhanê de derbas dibe. Ji kerema xwe sirf ji bona rexnekirinê rexne nekin. Nûçe nûçe ye. Gava nûçe objektîf be û propogandaya ti kesî neke, her nûçe tê nivisandin. Heger wê ne wisa be navê wê portalê biguherînin, bêjin agahiyên çandî, hunerî an zanistî. Ez di malperek din de jî nûçeyan bar dikim gava pêwîst be bi alî jî dikim. Lê ez jî dizanim ku wîkîpediya ne cihê polîtîkayê ye lê cihê zanistê ye. Birêz Ocalan rêberê gelê kurd e an na, ew mijarek din e û ev der ne cihê nîkaşê ye. Divê ev mijar qet nehata vekirin an jî bahsa wê nehata kirin. Lê birêz Cyrus the virus heger tu pir dixwazî ez ji te re bêjim ku kesekî ku ji aliyê milyonan tê qebûl kirin û lê xwedî tê derketin rêberek e. Helbet yên li dij jî hene. Ev yek ne tenê ji bona me Kurdan ji bona her gelî wisa ye ti rêber ji sedî sed ji aliyê gelekî ve nehatî pejirandin. Polîtîka em bixwazin jî nexwazin jî di her aliyê jiyanê de ye. Nexasim ji bano gelekî mîna me bindest û ji bona azadiya xwe ditekoşe zêdetir li ber çava ye. Divê mirov çavê xwe ji polîtîkayê netirsîne. Lê ez dîsa dibêjim ez jî biqasî we dizanim ku ev der ne cihê polîtpikayê ye!--Luqman 08:55, 9 adar 2007 (UTC)
Keko rexneyên min na şexsî ne. armanca wîkîpediya û ew çiya ne çiya hûn gîşk li min rindtir zanin û dîsa em tiştên pir ciyawazî nebêjine. Lê ew nûçeyên pêşin bi fikra min bi alî bûn. Ji bo mîsal jî min ew got. ew şîroveka subjektîf e. ez gelek kesên wekî din difikirin nas dikim. û gelek kesên ji bo tiştên wiha bi alî re li wîkîpediya sar be ez nas dikim. Em nikarin bêjin sar bûna jî bila bin çimkî vê wîkîpediya bi destdana niviskaran mezin dibê ye. û divê ku kesî ji bo polîtîka lê nerevî ne. Ez bawer nakim kes li vê ferqli difikire ye, lê divê ku em di nerîtîyê de jî diqet bikin. erê li polîtîkayê em netirsin, lê di wîkîpediya de ez lê ditirsime çimkî li ber her kes em bixwe di vê bûyerê de têrî bin.
Wek ma got, em ciyawazî nefikirine û bi kerema wê bila bi rastî jî wisa be.
Silav û xurmet. cyrus the virus

[biguherîne] Wîkîferheng 30 000 rûpel

Hêjayan,

Niha di ferhenga kurdî-kurdî de 30 000 rûpel hatine avakirin û her roj bi sedan rûpelên nû lê tên zêdekirin:

http://ku.wiktionary.org

--Zanistvan 00:28, 18 adar 2007 (UTC)

Her bijî! --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:55, 18 adar 2007 (UTC)

[biguherîne] Wîkîpediya

wikipedia kurdi tiştel gelek baş e, serkeftin jî hevalen xebatkar re! (Ev gotara ji 62.157.150.234 (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike • Li kû ye?) hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 18:51, 21 adar 2007 (UTC)

[biguherîne] "Wikisource - The Free Library"

Hi. Please add a link to the Kurdish Wikisource at your main page.

Also, please check the translation for "Wikisource - The Free Library" in Kurdish (ku:) found here. Thanks! (Ev gotara ji 87.69.101.219 (Nîqaş • Gotarên wî • Reşahîya asteng kiriyan • xeyrandinê nêv • Reşahîyan • Bikarhêner asteng bike • Li kû ye?) hate nivîsandin) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 10:48, 26 adar 2007 (UTC)

Both done. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 10:48, 26 adar 2007 (UTC)

[biguherîne]  ! Standard Kurdish !

What do you think about this?:

http://www.geocities.com/mehname2006/74/diyari1.doc

--Kurdos 13:50, 28 adar 2007 (UTC)

Hey, It is very
well. We need it. I will write this in German and Kurdish Wikipedia. thanks. --Bohater 18:20, 28 adar 2007 (UTC)
This is nice brain gymnastics, but has little to do with reality. --Erdal Ronahi 22:35, 30 adar 2007 (UTC)

[biguherîne] Banga alikariyê

Li gorî min, guherandiyên cidî wekî ew "bangên alikariyê" bila weren nîqaş kirin berê tên xistin rûpela destpêkê. Ez rast nabînim, karê rûpela destpêkê ne banga ji bo wikipediyayên din e. --Erdal Ronahi 22:35, 30 adar 2007 (UTC)

Hevale Erdal, ev ne raste. Gelek IP's zibona va Projekta mere wîkîpediya kurdi alikari di ke. Gelek mirov niha ne zanin , wîkîpediya kurdi heye a na. Problem eve! --Xani 00:37, 31 adar 2007 (UTC)


[biguherîne] NUÇE

Ev nûçeya "Êdî Kurdistan serbixwe ye" ne rast e. Îro 1'ê avrêlê (nîsan) ye. Min jî bona henek nûçeyek wisa nivisand. Hêvî dikim ewê di demeke nêzîk de bibe rast . --Luqman 12:31, 1 avrêl 2007 (UTC)


[biguherîne] Gotarek li ser Wîkîpediyayê me wê were jêbirin

Li vir hatîye xastin ku Wikîpediya kurdî were jebirin. --Bohater 12:12, 23 avrêl 2007 (UTC)

(nivîsê Bohater guherand) --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 12:55, 23 avrêl 2007 (UTC)

[biguherîne] Pêşniyarek

Hevalno, dema hewe xweş! Hun çawa dibînin ko em êdî di Wîkîpedia a Kurdî da li şûna peyva "gotar" jibo "article"ê peyva nivîsar bikarbiînin. Ez bawerim li goreyê mantiqê zimanê Kurdî, baştir e ko em "gotar"ê jibo "lecture" anko "xîtab"ê bixebitînin. Gotar tiştek e dihêt gotin, li ser pola dibistan an zanîngehekê an jî li hola konfiransekê. Nivîsar tiştek e dihêt nivîsîn, di kitêbekê da, an li ser rûperên rojnameyekê an jî di Wîkîpediayê da. Hun jî lê bifikrin! Bimînin xweş! KurdoChali

Dibe ku "gotar" ne rast be, lê nivîsar jî ne rast e. Nivîsar = tekst e, yanî metîn. Ne wusa? --Erdal Ronahi 01:03, 19 gulan 2007 (UTC)
Slav, Kekê Erdal. Bi rastî pirsa zaravan hertim ne pirsa ramanê ye. Carina jî lihevhatin anko convensiyon jê ra pêdivî ye. Rast e dibit ko mirov zarava "nivîsar"ê jibo tekst jî bikarbiînit, lê ez bawerim li başurê Kurdistanê zarava "deq" li şûna tekstê li kar e. Nivîsar, her nebit jibo min, zêdetir maneya "tiştekê nivîsî" îfade dikit. Ez bawerim "tiştê nivîsî" hindekê ji ramana "tekst" cida ye. Heye ko ez şaş bim, ev jî reng e jiber hindê bit ko di vî warî da çi lihevhatin çênebûne. JI Xudê yê Dilovan lav dikim Kurd jî bibin xwedî zmanekê standard. Li benda têbînî yên te im, Bimînî Xweş--207.226.41.25 08:21, 19 gulan 2007 (UTC)

Hevalno, win dikarin xêra xwe ji min ra van nivîsan tercemebikin? Ez zimanê tirkî nikanim. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 13:07, 22 pûşper 2007 (UTC)

Ev tirkê dilnerm dibêje, di rûpela serî de çima we cih nedaye zimanê Tirkî, ango di bin "zimanên din" de we Tirkî nenivîsiye. Min jî got, berê hebû û rexne di cih de ye. Carcaran ji bo lêgeran hebûna wê bikêr e. Binêrin dilê camêr çiqas êşiya. Heger ew bi eslê xwe Tirk e, ez jî astronot im. Ev e wergera wê kekê Bangîn. --Bablekan 14:08, 22 pûşper 2007 (UTC)

[biguherîne] Alîkariya we pêwîst e!

Hevalno, alîkariya me bikin! Em dixwazin "Wîkînûçe" çêkin, lê deng divên. Xêra xwe di vê derê de dengên xwe bi me din. Silav, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 14:05, 30 pûşper 2007 (UTC)

Heger tiştekê baş e were çêkirin baştir dibe. Ez Îngîlîzî nizanim. Aya hûn ê rûpeleke nûçeyan avabikin? Hûn ê dê nûçeyan bi kîjan zimanî biweşînin? --Bablekan 19:25, 1 Tîrmeh 2007 (UTC)
Eger çêbû, ezê bi we ra bibêjim, hûn jî dikarin bi me ra nûçeyan bi zimanê kurdî binivisînin ;-). Silav, --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 15:24, 2 Tîrmeh 2007 (UTC)

[biguherîne] Why

Why didn't appear turkish language in the main page--88.229.149.173 00:12, 8 tebax 2007 (UTC)

i agree turkish language is one of the largest wikipedias with its more than 90.000 articles. there is a link for kurdish wikipedia in turkish main page. why isn't in yours? --88.224.136.157 22:42, 6 rezber 2007 (UTC)

[biguherîne] Guhardina Wişeya Sereta

Wuteya Sereta –hûn bi xêr hatin- bêtir e ku bêt guharidin ji ber ku “xêr” peyv û wişeyeke Erebî ye û em li Rojhelatê Kurdistanê wuteya “hûn/êwe xwêş hatin” jî gelek bi kar dînin ku wuteyek paqêj yê Kurdî ye. Sipas. Adiabenese

[biguherîne] Bi Kar Anîna Peyvên Paqij yên Kurdî

Çima peyvên Erebî yan Tirkî di nûşteyên xwe bi kar dînin demek ku berabera we peyvê li Kurdî de hene? Ji bo nimûne peyva 'gol' ku peyveke Tirkî ye û beranberên Kurdî yên we 'lîç' (Kurmancî) û 'gom'/'zêbar' (Sorani)ne.Heger Kurmanciya min ne başe bi giramitî û kerema xwe biborînin. Birayê we yê biçûk ji Rojhelatê Kurdistanê. Adiabenese

[biguherîne] Gotara heftê

Kê gotarê heftê diguherîne? Ez nabînim ew tê xeyrandin. --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 11:06, 14 rezber 2007 (UTC)

[biguherîne] TAXOBOX

Hevalno, em çawa ji bo taksonomiya zoolojîk û botanîk TAXOBOXan çêkin? Arîkariya min bidin bi kerema xwe re, silav MikaelF 09:11, 22 kewçêr 2007 (UTC)


[biguherîne] Nûçeyên Wîkîpediya

Hevalno, kesek ji we dikare nûçeyên Wîkîpediya binivisîne. Hevalî me Luqman niha nikane di Wîkîpediya da beşdarbibe û vê karê da min. Lê ji min ra ev tişta zêde dibe û ez jî nikanim hercar nûçeyên nuh binivisînim. Kesek ji we dikare alîkarîya me bike? --Bangin çay ya qehwe? Mişkle? Ji me ra bibêje! 16:58, 4 sermawez 2007 (UTC)

Kekê Bangîn, ez dikarim lê ji aliyê teknîkî ve divê tu alîkar bî. Bo mînak, lêbarkirina wêneyan (wêneyên bêlîsans û bo demekê kurt). Kekê Luqman birastî gelek baş û biserkeftî ew kara dikir, xwezî dîsa bikaribûya. Lê wisa bêî aktûalîzekirina rûpela serî jî nabe. Rûpela destpêkê girîng e. Heger kesekî din hebe baştir dibe, lê nebe ez ê bikim. Kivşe ye di me de hinde sistî çêbûye, em wekî berê naxebitin. Nabe! --Bablekan 21:09, 2 berfanbar 2007 (UTC)
Hevalê Bangîn, min li Commons dest bi wergerandina wêneyên îroyîn kir û ez dikarim wisa berdewam bikim. Ez bi Bablekan im, rûpela despêkê pir girîng e, nabe jî wêneyê heftiyê bibe wêneyê mehê... hwd., gelek wêneyên bêhempa hene ji bo her roj. Em çawa dikarin arîkariya Wîkîpediya bikin? Silav MikaelF 11:31, 17 berfanbar 2007 (UTC)
Niha ez dîsa dikarim di Wîkîpediya da beşdarbibim û mişkle ji bo wêneyê û gotarê hefteyê ê çênebin. Lê nûçeyên rojîn...Bablekan, tu niha nûçeyên teze dinivisînê, tu dixwazî vê karê berdewambikê? Parastina wan rûpelan yê wek şablon di serûpelê da ne niha tên "nîv-parastin" (semi-protected), bes bikarhênerên qeydkirî wan dikarin biguherînin, yanî win jî. --- Ji bo alîkarîya Wîkîpediya; ez difikirim, ku mera zêdetir beşdarbibe, û ne bes li vir, yanî di Wîkîpediya da. Ê baş be eger em di projeyên din da jî karbikin, wek di "Wîkîgotinê" ya "Wikimedia Commons" da jî. Min guherandinên te dîtin, kek Mîkael, spas. Min jî berê ji bo zimanê kurdî ra li wir karkirîye; min çend lîsensên wêneyan tercemekiribû. Yanî ez dixwazim çi bibêjim: Niha hêzekê biçûk yê me li vir çêbûye, xêra em "destên xwe nevên" cihên din jî? --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 21:57, 24 rêbendan 2008 (UTC)

[biguherîne] Ajal Kurdiye??

EZ TENê BONA ANIMAL(INGLISÎ) CINEWIR Û HEYWAN´(EREBÎ?) NAS DIKIM ,BELÊ AJAL KURDÎ YE?(-NUJEN?)SILAV DENIZ 2.Kanun 2007

Erê, wisa rast e. --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 21:45, 24 rêbendan 2008 (UTC)

[biguherîne] ...van, ...zan, ...nas

Hevalno, pêwîste em kategorîyê "fîzîk[nizamçîkan]" hêdî hêdî serrastbikin. Niha kategorîya Kategorî:Fîzîkvan heye, lê kategorîya Kategorî:Fîzîknas her dere tijîtir dibe. Lê ez dizanim ku peyva "Fîzîkzan" ji ê bibe. Win çawa difikirin? --Bangin (guftûgo / Alîkarî) 21:48, 24 rêbendan 2008 (UTC)

[biguherîne] We need a Sorani latin box

Sorani is one of the most important kurdish dialect. The only kurdish dialect which is official language of a contry. Therefore please take this to the right of the kurmanci box on the top: <div id="hauptseite"> {| width="100%" cellspacing="0" cellpadding="0" | colspan="2" | <div id="hauptseite-willkommen" class="hauptseite-oben"> <!-- Bixêrhatin --> <div id="hauptseite-willkommen" class="hauptseite-oben"> == Êwe be xêr hatin bo Wîkîpediyayî kurdî == <div class="inhalt"> <center>[[Wîkîpediya]] projeyeke bo avakirdinî ensîklopediyayekî azad be hemu zimanekan. Her kesêk detwanê be zanînî xwo beşdar bîbe. Le mangî rebendanî salî 2004e we '''{{NUMBEROFARTICLES}}''' gotar be zimanî Kurdî hatunete nûsîn. Nûseranî hêja, '''[[Alîkarî:Têkeve|fermon]]''' le wêre de (lêrede) beşdar bîbin. </center> </div></div></div></div>

Erê, sala mehan carekê werin vir û siyaseta xwe bikin dîsa herin xwe veşêrin heya carekê din. WE NEED TOO BUT SORANS NEEDN'T. Soran Alfabeya Latînî naxwazin. Bi ya min daxwaza camêr ne realîst e û ne jî aktûel e. Ji xwe re dilê xwe rehet kir û çû. Tîpîk Kurdîş:) Soran is second important kurdish dialect, not first. Is Kurmancî not official language? Are you minister of Kultur? Çima li Başûr Kurmancî ne fermî ye? Rast nabêje. Ji ber ku bandora wan li zankoyên Başûr hene, ti zankoyeke Başûrî ji bo Wîkîpediya Kurdî xebatekê nakin. Bi kurtî dem ne dema tiştinên wiha lûksûs e. Daxwaz û rexneya camêr jî lûksûs e. --Bablekan 19:07, 3 reşemî 2008 (UTC)

I have a guy who can speak well Sorani beside me, i can also translate other things. Thank you! --Kurdos 18:45, 3 reşemî 2008 (UTC)

[biguherîne] Hidekê zanistiyanetir binivîsin

Merheba ji hewe ra hevalno, Ji min bibihurin eger ez piçekê tund û dijwar vê têbîniyê dinivîsim. Lê Wîkîpedia wekî çavkaniyeka agehdariyan dibê herdem cihê bawerpêkirinê bit. Nesaxiya Melariayê bi sedema hûrjînewerekê bi navê Plasmodiyomê çê dibit ko ne vayrûs e. Plasmodiyom ji parazîtên protozoa ye. Bi ser vê ra, zimanê wê nivîsê jî gelek bi girê ye. Hun çawa dibînin?

Li ser mijara "-van, -zan, -nas", ez bawerim ko "-van" zêdetir jibo zarav anko termên ko "pîşe"yekê diyar dikin an jî ramana parêzvaniyê didin bihêt bikaranîn baştir e. Jibo mînak di Soranî da bi şaşî li şona peyva "şaredar" peyva "şarevan" (bi bilêvkirina wan: şarewan) bikar diînin. Lê bi dîtina min "şarevan" zêdetir minasib û hejiyê "polîs" e, anko kesê an kesên ko şarî diparêzin. Ez bi xwe gelek digel "-nas" û "-nasî"yê nînim, jiber du sedeman: 1. -nas û -nasî derivasyon anko îştîqaqan gelek rê nadin. Bi mînak nîşa bidim. Dema em li şûna "sociology" bibêjin "civaknasî" wî çaxî "sociological" dê bibit çi? "Sociologic" dê bibit çi?

"-zan" jî her bi wê sedema ko "-nas" nakevit ber dilê min li nik min nahêt ecêbandin. Li şûna "-nas" û "-zan"ê ez zêdetir ji "-zanistvan"î hez dikim. Zanist di Kurdiyê da zarav anko termeka nûdem e û berê nebûye. Ev peyv li şûna "science" li kar e û şaş e ko wekî "knowledge"ê bihêt bikaranîn. Jiber vê jî, kesên ko wekî pîşe bi "zanistan" ra mijûl in (mîna fîzîsîstan, kîmîstan, biyolojîstan û hwd) baştir e ko bi paşgira "-zanistvan" bihên binavkirin. Wî çaxî eger li şûna "civakzanî" an "civaknasî"yê em bibêjin "civakzanist" anko "zanistê civakê", sociological dê bibit "civakzanistiyane", socciologic dê bibit "civakzanistî" û sociologist dê bibit "civakzanistvan". Mumkin e hun bibêjin çima peyva kurttir a civakzan ne? Her kes tiştekî li ser civakê dizanit, lê her kes nabit civakzanistvan. Bi mînakeka dî merema xwe zêdetir zelal bikim: zimanzan mumkin e ew kes bit ko zêdetir ji zimanekî dizanit an zimanê xwe baş dizanit (bi Inglîzî "polyglot"), lê her kesê zimanzan bit "zimanzanistvan" nîne, anko "linguist". Hîvîdar im ev gotinên min hindekê babet zelaltir kiribit. Bimînin xweş --KurdoChali 21:08, 3 reşemî 2008 (UTC)

Serî de em li ser prînsîbên nivîsandinê bihev nakin. Tu Kurmanciya fermî û rûniştî qebûl nakî û devoka herêma xwe bingeh digirî. Ya girîng tû prînsîbên Wikipedia yên rûniştî qebûl nakî. Bo mînak navan wekî tên xwendinê (bilêvkirinê) dinivîsînî. Erê di naveroka gotarên me de helbet şaşî, kêmasî hene. Ev normal e. Lewra ewçend zanîngehên me hene li Başûr, ew ji bo yekîtya ziman, çêkirina ferhengên zanistî (bi kurdî) tiştek nakin, em rebeno çi bikin? Werin em rojekê bi cidî li vir biaxivin û rexnegiriyê bikin. Pêwîstiya me heye. --Bablekan 21:24, 3 reşemî 2008 (UTC)

[biguherîne] Navên eşîran

Eşîr peyveke Erebî ye. Kîjan baştir e mirov bikarbîne? Êl, binemal, ber an bilêvkirineke din? Dîsa paşpirtika eşîran, bi +î baştir e yan +an? Bo mînak: Şadî-Şadiyan, Mamikî-Mamikan, Batkî-Batkiyan (Batkan, Badikan).. Standardek baştir nîne.

Bi ya min ba me kategoriyeke bi navê "konfederasyona eşîran" hîç çênedikir. Lewra ev navên ku em wekî eşîr dizanin pirranî navên malbatan e. Guherbar in. Bi firehbûna malbatê re nav tên guhertin û tevlîhevî derdikevin. Binêrin pirranî navên Erebî ne û piştî belavbûna Ereban û hatina Îslamê, entelektûelên berê (wekî îngîlîziya îro) hewl didan navan wekî Ereban bi Ebu, Bîn hwd dirêj bikin an navên Kurdî kêm-qîmet bûn. Modaya wê demê ew bû. Pirtûkeke Cegerxwîn hebû li ser eşîran, divê mirov bixwîne. Hûn bi kêfa xwe ne. Lê eşîrên Kurdan ne ewqas pirr in û heger tu lê bikole, di bingehê de hemî digihîjin hevûdu. Beriya Îslamê nav xwerû bi Kurdî bûn, paşê bûn Erebî.. Sibê dikare bibe Tirkî yan îngîlîzî jî. Ji niha ve gelek Kurdan navên Ewropayiyan li zarokên xwe kirine, behsa Tirkî jî hîç nekin, çima nebe:) --Bablekan 21:57, 26 reşemî 2008 (UTC)

Static Wikipedia 2008 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2007 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - en - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Static Wikipedia 2006 (no images)

aa - ab - af - ak - als - am - an - ang - ar - arc - as - ast - av - ay - az - ba - bar - bat_smg - bcl - be - be_x_old - bg - bh - bi - bm - bn - bo - bpy - br - bs - bug - bxr - ca - cbk_zam - cdo - ce - ceb - ch - cho - chr - chy - co - cr - crh - cs - csb - cu - cv - cy - da - de - diq - dsb - dv - dz - ee - el - eml - eo - es - et - eu - ext - fa - ff - fi - fiu_vro - fj - fo - fr - frp - fur - fy - ga - gan - gd - gl - glk - gn - got - gu - gv - ha - hak - haw - he - hi - hif - ho - hr - hsb - ht - hu - hy - hz - ia - id - ie - ig - ii - ik - ilo - io - is - it - iu - ja - jbo - jv - ka - kaa - kab - kg - ki - kj - kk - kl - km - kn - ko - kr - ks - ksh - ku - kv - kw - ky - la - lad - lb - lbe - lg - li - lij - lmo - ln - lo - lt - lv - map_bms - mdf - mg - mh - mi - mk - ml - mn - mo - mr - mt - mus - my - myv - mzn - na - nah - nap - nds - nds_nl - ne - new - ng - nl - nn - no - nov - nrm - nv - ny - oc - om - or - os - pa - pag - pam - pap - pdc - pi - pih - pl - pms - ps - pt - qu - quality - rm - rmy - rn - ro - roa_rup - roa_tara - ru - rw - sa - sah - sc - scn - sco - sd - se - sg - sh - si - simple - sk - sl - sm - sn - so - sr - srn - ss - st - stq - su - sv - sw - szl - ta - te - tet - tg - th - ti - tk - tl - tlh - tn - to - tpi - tr - ts - tt - tum - tw - ty - udm - ug - uk - ur - uz - ve - vec - vi - vls - vo - wa - war - wo - wuu - xal - xh - yi - yo - za - zea - zh - zh_classical - zh_min_nan - zh_yue - zu -

Sub-domains

CDRoms - Magnatune - Librivox - Liber Liber - Encyclopaedia Britannica - Project Gutenberg - Wikipedia 2008 - Wikipedia 2007 - Wikipedia 2006 -

Other Domains

https://www.classicistranieri.it - https://www.ebooksgratis.com - https://www.gutenbergaustralia.com - https://www.englishwikipedia.com - https://www.wikipediazim.com - https://www.wikisourcezim.com - https://www.projectgutenberg.net - https://www.projectgutenberg.es - https://www.radioascolto.com - https://www.debitoformtivo.it - https://www.wikipediaforschools.org - https://www.projectgutenbergzim.com