Hevêrzanist
Ji Wîkîpediya
Hevêrzanist (bi Inglîzî ecology), zanistê lêkolîna li ser berbelavî û mişeyî ya endamwerên jînwer û ka çawa karlihevkirina endawerî digel derdor anko jîngeha xwe tesîrê li berbelavî û mişeyî ya wan dikit. Derdora endamwerekî ji keristeyên fîzîkî û yên jînewer pêkdihêt. Derdora fîzîkî, mirov dikarit navê tevane yê nejînewer lê bikit, hokarên mîna tîrêja rojê, avûhewa anko seqayê û cihniyasîyê vedigirit.
Peyva ekolojî cara pêşîn li sala 1866ê ji alîyê jînwerzanistvanê Elmanî Ernst Haeckel ve hat bikaranîn. Peyv ji οικος (oikos anko navmalî) û λόγος (logos anko znîn) pêkhatîye. Bi vî awayî, ekolojî lêkolîna navmalî ya xwerist anko siruştî ye. Di zimanê Kurdî da jî peyva hevêrzanist ji hevêr bi ramana cihê jîn û jîyarê û zanistî pêkhatîye.
Ev peyv hindek caran bi ramana deerdora xweriskî an jî derdorparêzîyê dihêt bikaranîn. Ji ber hindê, hindek caran rengdêra ekolojîk anko hevêrzanistîyane bi ramana dostê derdorê dihêt xebitandin.
[biguherîne] Biyava Hevêrzanistî
Hindek caran hevêrzanist wekî tayekê jînwerzanistî dihêt hesibandin. Mumkîn e ko endamwer bi gelek awayan û li gelek astan bihêt ber lêkolînan.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».