Lapon
Ji Wîkîpediya
Lapon (an jî bi awayekî herî nûjen samî), gelekî ku li bakurê dûr ê Ewropayê, li Norwêc, Swêd, Fînlandiya û herêma Kolayê ya Rûsyayê dijî. Gelheya laponan di navbera 85.000 û 100.000'î de ye. Zimanê wan samî (bi samî: sápmi) e. Samî, li Norwêcê wekî norwêcî, zimanekî fermî ye. Li Laponyayê, di navbera 22 gulan û 23 tîrmehê de roj qet naçe ava. Ji ber vê yekê, ji Laponyayê re "welatê roja nîvê şevê" jî tê gotin.