Newsweek
Ji Wîkîpediya
Newsweek kovareke emerîkî ya nûçeyan a heftane ye ku li New Yorkê derdikevê.
Newsweek ji aliyê weşangerê (edîtor) berê ê kovara Time Thomas J. C. Martyn hat damezirandin. Hejmara yekemîn a kovarê di 17'ê reşemiyê 1933'î de derket. Sala1961'î kovara Newsweek ji aliyê fîrmaya Washington Post hate kirrîn. Niha Newsweek li gelek welatên cihanê te firotin û bi giştî her heftê derdora 4 Milyon tên firotin. Tenê li DYAyê 3.1 Milyon tîraja wê heye.
Ji xeynî îngilîzî Newsweek, bi zimanên japonî, spanî, koreyanî, erebî, polonî û rûsî jî tê weşandin.
Ev gotar şitlek e.
- Ev gotar hîn nû ye, ne temam e. Wekî şitleke darê ye. Heke tu binivîsî, tu yê vê darê mezin bikî û dê gelek guliyên nû xwe jê berdin. Çawa?
- Eger tu bixwazî binivîsî, biçe ser « biguherîne».