Norman Ernest Borlaug
Ji Wîkîpediya
Norman Ernest Borlaug (* 25'ê adarê 1914 li Creso, Iowa) yek ji zanistên cotyariyê yên DYAyî ye. Sala 1970'î Xelata Nobel a aşitiyê wergirtiye.
Wî li bidawîanîna birçîtiyê digeriya û behsa şoreşa kesk li seranser cîhanê dikir. Wî herwekî li ser biyolojiya gihayan jî perwerde dîtiye. Ew parastina sirûştê bi zagon û tevgerên mirovan ve girêdide û gengaz dibîne. Li normên navneteweyî digere.
Wî xebatên mezin li ser genetîka genim û ceh kiriye. Li Meksîkoyê hilberîna genim bi xebatên wî sêbare bûye. Li Hindistan û Pakistanê cureyên toximên ku wî ji aliyê genetîk ve nûvejînandibû, hilberînê zêdetir dike. Ew di wê baweriyê de ye ku, heger mirov cureyên toximên genetîk ên biber û bikêr bajo wê dawî li birçîbûnê were.