Pontûs
Ji Wîkîpediya
Pontûs (bi Grekî: Pontos Euxeinos) di demên antîk de yek ji navên Derya Reş bû ku navê gelê Pontûs jî heman dihate binavkirin. Pontûs wekî peyv tê wateya "Derya bi xof" lê Derya Reş tê bibîrxistin.
Welatê Pontûs bajarên Trapezon, Sînop, Samsûn, Rîze, Kolhîz a Gurcistanê û hin herêmên Ermenistanê dihewand. Di dema Împaratoriya Roma de bi navê Bithynia und Pontus dihate binavkirin û herêmeke bêhtir mezin dihewand. Gelê Pontûs ji bereke Grekîyan (Yewnaniyan) pêk dihat. Gelê Pontûs ji hatina berên Tirk-Mongolan heya avabûna Komara Tirkiyê hebûn û welatê xwe parastin.
Di damezrandina Komara Tirkiyê de, gelê Pontûs rastî komkujiyeke hovane bû. Li seranser welatê Pontûs (bi Tirkî: Pontus Cumhuriyeti) bi fermandariya Mustafa Kemal Atatürk û serdariya Topal Osman komkujî pêk hat. Pontûsiyên ku li jiyanê man jî reviyan Yewnanîstan, DYA û hin herêmên Rûsyayê.
Îro li gelek parlamenên welatan komkujiya Pontûsan tê naskirin an nîqaşkirin. Ji Komara Tirkiyê tê xwastin ku ji ber vê tewanbariya li dijî mirovahiyê ye lêborînê bixwaze. Lê heya niha Komara Tirkiyê vê napejirîne.