Rainer Maria Rilke
Ji Wîkîpediya
Rainer Maria Rilke (1875 - 1926) helbestvanê alman e.
Çar helbest ji pirtûka wêneyan (kurmacîkirin: Ebdulrehman Efîf)
Tabloya Naverokê |
[biguherîne] Helbestvan
Xwe didûrînî ji min, tu çaxjimêr.
Di min de dikole birînan
Baskê lêxistina te.
Tenê me: bi devê xwe
Çi bikim?
Bi şeva xwe?
Bi roja xwe ?
Nîne ti yara min
Ti mal
Ti war nîne bijîm lê
Tişt tev
Ên didim wan xwe
Didewlemendin
Û hejar min dihêlin.
[biguherîne] Gazin
Ax çipirr hertişt dûr e
Û jizûve vebihuriye.
Dibawerim, stêr,
Ya ji wê biriqandinê digirim,
Ji hezarsalan ve mirî ye.
Dibawerim, di qeyik de,
Yê vebihurî,
Min tiştekî tirsnak bihîst.
Li malê seet
Tingiya...
Li kîjan malê?
Dixwazim ji dilê xwe derkevim
Bi berê ezmanên mezin ve.
Dixwazim bilimêjim.
Û yek ji stêrkan gişan
Divê hîn hebe.
Dibawerim, ez wê dinasim,
Ya tenê
Jiya, -
Ya wek bajarekî spî
Li dawiya tîrêjekê li ezmanan radiweste...
[biguherîne] Bûk
Gazî min bike, evîndaro, bilind min bigazîne!
Nehêle bûka te wa dirêj li ber pencerê bisekine.
Li şiverêkên kevnar yên rêzên darên çinaran
Nema êvar hêşiyartê:
Ew vala ne.
Û eger tu neyêt di xaniyê şevînî de
Min bi dengê xwe nexilqînî,
Wilo divêt ez xwe ji destên xwe
Bi ser baxên şînê tarî de
Birijînim...
[biguherîne] Şeveke bi heyv
Şeveke başûrî Elmanyayê,
Qenc bervekirî di heyva têrgihiştî de,
Û nermîn wek vegera efsaneyan.
Ji bircê pirr seet
Giran diweşin
Kûriyên şevê wek deryayekê,-
Û piştre xirecirek û bangeke haydariyê,
Û tibab demekê bêdengî vala dimîne;
Û paşê kemençeyek( Xwedê dizane ji ku)
Dişiyare û bi teqin dibêje: ' Porzerê…'
- Çavkanî: Tirbespi.com