Tamerlane
Ji Wîkîpediya
Tamerlane (ya jî Tîmûr) (bi kurdî: Tîmûrleng (ango Tîmûrê ku leng e, lingekî wî leng-kût-seqet bû)) (*1328 li Keş; † 18'ê reşemiyê 1405 li Çîmkent) yek ji keyê Tirk-Mongolan ê navdar e.
Bi zilm, zordarî, barbarî, talankeriya xwe tê nasîn. Çavkaniyên Rojavayî wî wekî Mongol binavdikin lê Tirk dibêjin ew bi eslê xwe Tirk e û wî wekî keyekî, mezinekî Tirkan nîşan didin û pesnê wî didin. Tîmûrleng heya parçeyekê Kurdistanê jî dagir dike û di serdariya xwe de tirs xofeke mezin li ser şaristaniyên herêmê dihêle. Cihê ku artêşên Tîmûrleng lê derbasdibin kevir li ser kevir nedima. Hemî pirtûkxane dirûxand, hemî dewlemendî talan dikir. Di diroka devkî ya Kurdî de derbarê zilma Tîmûrleng de gelek gotin hene. Bi kurtî Tîmûrleng bi barbariya xwe di dîrokê de ciheke mezin girtiye.
Di Wikimedia Commons da medîyayên derbarê Tamerlane hene. |